Werşeya Lavîn rojane 500 kincên bijîşkî didirû

Wek însiyatîfên civakî ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, werşeya Lavîn rojane ji bijîşk û xebatkarên tenduristiyê re 500 cil û bergan bê heq didirû.

Werşeya Lavîn rojane 500 kincên bijîşkî didirû
Werşeya Lavîn rojane 500 kincên bijîşkî didirû
Werşeya Lavîn rojane 500 kincên bijîşkî didirû
Werşeya Lavîn rojane 500 kincên bijîşkî didirû
Werşeya Lavîn rojane 500 kincên bijîşkî didirû
14 nîsan, 2020   11:12
HESEKÊ

Ji ber qedexeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî berbelavbûna Koronavîrusê, çalakiyên civakî li herêmê bi pêşkêşkirina însiyatîfên mirovî yên bi hedefa piştevaniya tevahî çînên civakê, berdewam in.

Girêdayî mijarê werşeya Lavîn a li bajarê Hesekê dest bi însiyatîfa dirûtina çakêtên bijîşkî ji bijîşk û hemşîreyan re kir.

Karkera li werşeya Lavîn a bi navê Heyfa Hemo diyar kir ku wan ji dema berbelavbûna Koronavîrusê li cîhanê dest bi vê însiyatîfê kiriye û wiha got: "Hedef ji vê însiyatîfê alîkariya bijîşk û nexweşxaneyan e. Ev însiyatîf bê pere ye, rojane 500 çakêtên bijîşkî didirûn."

Heyfa da zanîn ku der barê dabînkirina caw de astengiyan dikişînin û wiha domand: "Bi hêvî me ji me re di zûtirîn demê de caw bê peydakirin da ku em nesekinin."

Heyfa Hemo bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku derbasî tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin û alîkariya şêniyan bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/guo2AOEETwc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>