​​​​​​​Hejmara nexweşên Koronavîrusê nêzî 2 milyonan dibe

Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ku bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-9) ketine, nêzî 2 milyonan dibe.

​​​​​​​Hejmara nexweşên Koronavîrusê nêzî 2 milyonan dibe
14 nîsan, 2020   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên dawîn milyonek û 925 hezar kes bi vîrusê ketine, 119 hezar kes pê mirine û 452 hezar kes li tevahî cîhanê baş bûne.

Li DYA`yê di nava 24 saetên dawîn de hezar û 509 kes ji ber Koronavîrusê mirin.

Roja duşemê li Ewropayê hat diyarkirin ku koronavîrus ber bi kêmbûnê ve diçe ku herî zêde vîrus li vê parzemînê heye. Dewletên mîna Spanyayê tedbîrên karantînayê kêm kirin û Fransayê jî dema wê dirêj kir. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron roja duşemê bang kir ku beşek ji deynên dewletên Afrîkayê rake.

Li gorî daneyên Zanîngeha Robert Koch roja duşemê li Almanyayê 2 hezar û 82 kesên din bi koronavîrusê ketine û bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan bû 125 hezar. Her wiha hat destnîşankirin ku 170 kesên din bi vîrusê mirin û hejmara giştî ya miriyan bû 2 hezar û 969.

Tevî belavbûna koronavîrusê li cîhanê û hişyarên ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku qeydên li ser tevgera çûn û hatinê ferzkirin, bi lez neyên rakirin. Almanya jî vê pêşniyarê lêkolîn dike.

Spanyayê derfet da hindek karkeran ku li xebatên xwe vegerin û hindek qeydên li ser Îtalyayê jî sivik kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Çînê di rapora xwe ya rojane de got 89 kesên din bi koronavîrusê ketine û beriya wê bi rojekê jî 108 kes bi vîrusê ketibûn. Wezaretê got 86 kesên nû ku ji derve hatibûn, bi vîrusê ketine û roja beriya wê jî 98 kes bi vîrusê ketibûn.

Her wiha li aliyekî din jî metirsiyên der barê çarenûsa bi hezeran girtiyên li Tirkiyê de ku dadgeh bersiva serbestberdana wan nadin, zêde dibin. Duh 3 girtî mirin. Parlementoya Tirkiyê roja duşemê zagonek derxist ku bi deh hezeran girtî serbest werin berdan da ku zexta di girtîgehan de ku gefa Koronavîrusê li ser wan hene, kêm bike. Lê li gorî vê zagonê girtiyên siyasî û rojnameger nayên berdan.

Rêxistinên sivîl, di serî de Human Rights Watch û Amnesty International serbestberdana girtiyan li gorî zagona tunekirina terorîstan rexne kir. Rêxistinan xemgîniya xwe ji ber vê zagonê diyar kir, ji ber ku hejmareke mezin ji rojnamevan, muxalîfên siyasî, parêzerên ku di girtîgehan de, sûdê jê nagirin.

Berpirsê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Andrew Gardne ji AFP’ê re ragihand ku gelek kesayet di girtîgehan de ne, tu sûc nekirine lê nayên berdan.

(bx)