Li Iraqê 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Îro artêşa Iraqê ragihand ku 23 çeteyên DAIŞ’ê di çalakiyeke li bakurê welat de hatine kuştin.

Li Iraqê 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14 nîsan, 2020   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên El-Meqer El-Muteqedîm ên operasyonên hevbeş li parêzgeha Kerkûkê çalakiyeke ewlehiyê li Wadî El-Şay (geliyê Çayê) pêk anî ku wek cihê çeteyan tê zanîn.

Artêşê bal kişand ser ku balafirên artêş û Koalîsyona Navneteweyî derbeyên asîmanî pêk anîn û cihê ku çeteyên DAIŞ’ê xwe tê de veşartibû, wêran kirin û di encamê de 23 çete kuştin.

Di heman demê de di encama pevçûnên her du aliyan de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn, li aliyekî din jî nûçeyên li ser tevna civakî revandina leşkeran derewand.

Çeteyên DAIŞ’ê careke din êrişî Iraq û Sûriyê kir, her wiha yekşemê 3 êriş li nêzî Kerkûk û Diyalayê di nava 6 saetan de pêk anîn.

Li aliyekî din jî çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Sexnê yê bejahiya Sûriyê êrişekî tund pêk anî, lê balafirên Rûsyayê bi rêya derbeyên dijwar ew êriş sekinand.

(fr)