Welatiyekî li Kobanê hezar mask li şêniyan belav kirin

Şêniyekî ji bajarê Kobanê hezar mask li şêniyan bi armanca alîkariya kesên nikarin pêdiviyên bijîşkî yên xweparastina ji Koronavîrusê bikirin, bê pere belav kirin.

Welatiyekî li Kobanê hezar mask li şêniyan belav kirin
14 nîsan, 2020   09:26
KOBANÊ

Şêniyê bi navê Salih Hemo ku ji bajarê Kobanê ye, maskên tenduristiyê li malbatên taxên başûrê bajêr ku rewşa wan ên aborî ne baş e, belav kirin da ku pê parastina xwe ji Koronavîrusê (Covid-19) bikin.

Li gel piranî însiyatîfên xêrê yên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, însiyatîfa Salih Hemo nimûneya yekemîn li bajarê Kobanê ye ku bi wê re derî li beramber însiyatîfên dîtir vedike.

Hemo di dema belavkirina maskan de bal kişand ser ku pêwîst e her kes wekî wî bike, ji ber ku xebatên sosyal erkeke civakî ne.

Bi berbelavbûna Koronavîrusê li dewletên cîran re, buhayê maskan li Sûriyê pir bilind bû, bi wê re jî pir malbat nikarin bikirin.

(fr)

ANHA