Mijarên rojnameyên erebî – 14 Nîsan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlib, aloziya Iraqê û xetereyên Koronavîrusê yên li Tirkiyê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 14 Nîsan
14 nîsan, 2020   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: BARÎKAT Û XENDEK DI NAVBERA RÛSYA Û TIRKIYÊ DE TÊNE DANÎN

Rojnameya Şerq El-Ewsat îro wiha nivîsî: "Hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji aliyekî ve, dewleta Tirk û komên alîgirên wê ji aliyekî din ve barîkat û xendekan li bejahiyên Idlib, Hema û Helebê datînin da ku eniya şer a di navbera her du aliyan de li bakurê rojavayê Sûriyê diyar bikin.”

Rojnameyê li ser zimanê çalakgeran da zanîn ku hêzên rejîmê bi hêzên Rûsyayê re barîkatên axê, kolandina xendek û nuqteyên nobetdariyê ji rojavayê Hemayê heta bakurê bajarên Hifaya, Tîbê, Îmam û Soran heta bi başûrê Helebê ava kirine. Bi wê re jî ev yek dişibe nexşekirina sînorê sewriyê yê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de nexasim jî ev xendek li pişt nuqteyên Tirkiyê tên kolandin.

Hêzên rejîmê beriya çend rojan hin parçeyên rêya di navbera bajarên Heleb û Hemayê de ku zirar dîtine, sererast kirin.

SOHR’ê jî ragihand ku leşkerên artêşa Tirk bi ser nuqteya protestovanan de ku dewriyeyên Rûsyayê li ser rêya Laziqiyê-Helebê red dikin, girt û her wiha kon hilweşandin û mertalekî zindî li pêş protestovanan çêkir û li hinan jî dan. Li kêleka wê jî çalakvanan got hêzên dewleta Tirk barîkatên çîmento û kevir ji ser rê rakirin.

 

EL-EREB: PIŞTEVANIYA HUNDIRÎN Û DERVE RÊ LI BER AVAKIRINA HIKUMETA IRAQÊ VEDIKE

 

Têkildarî Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokwezîrê Iraqê yê erkdarkirî Mistefa Kazimî hewl dide piştgiriya siyasî ya sunnî û Kurdan ku bi dest xistiye, vegerîne kaxiza fişarê li dijî aliyên şîe ku erka wî ya avakirina hikumetê di navbera 25 rojan de asteng dike."

Hêzên siyasî yên sunnî û Kurd ên piştevaniya xwe ji Kazimî re beriya hêzên şîe li ser navlêkirina namzetiya serokwezîriyê aram bibe, ragihand. Çavdêr dibînin ku hêzên şîe yên alîgirên Îranê der barê bidestxistina çi derfetekê ya vekişîna ji piştevaniya Kazimî dudilî nabe, ji ber ku bi “alîgir û hevalbendê DYA’yê” li herêmê hatiye tawanbarkirin.

DYA piştevaniya xwe ji Kazimî re ku wek hevsengiyekê di siyasetê de çêdike, venaşêre. Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompoe got welatê wî bi girîngî li avakirina hikumeta Iraqê ya nû dinêre ku karibe li hember Koronavîrusê (Covid-19) bisekine û aboriya li ser welat astengî çêkiriye, sivik bibe û her wiha çekan bixe bin serweriya dewletê.

Pompoe da zanîn ku rêveberên siyasî yên şîe, sunnî û Kurd ku gihaştine lihevkirina di nêrîna avakirina hikumetê de, pêşwaz dikin, her wiha bi hêvî ne hikumeta nû berjewendiyên Iraqê beriya her tiştî pêk bîne.

Di pişt perdeyan de tê gotin ku bernamzetiya Kazimî bi hewldana bidestxistina demê ye, ji ber hedefa hêzên şîe yên alîgirên Îranê mayîna hikumeta niha ya serbixwe ya ku Adil Abdulmedî serkêşiya wê dike. Lê belê sunnî û Kurd vê carê tenê çavdêr namînin.

Cîgirê di parlamentoyê de ku nêzî serok Mihemed El-Helbosî ye, got hêzên şîe li Kazimî nanihêrin ku bernamzetiyeke eşkere ye, alîgiriya sunnî û Kurdan heta beriya erkdariya wî nîşaneyeke aşkera ye.

Her wiha ji Kazimî re piştevaniya bêşert ji 3 aliyên hêzên şîe yên sereke ve heye, dê jê re deng bidin. Ew jî bloka Saîron ku Muteda El-Sedr serkêşiya wê dike û Tiyara El-Hikme ya bi serkêşiya Emar El-Hekîm û Itîlafa El-Nesir a bi serkêşiya Heyder El-Ebadî ye.

Li gel dengdayîna parlamenterên sunnî û Kurd dê ji Kazimî re di rûniştina bawerîpêdayînê de hêsantir bibe, heta ku tevahî hêzên alîgirên Îranê li dijî wê bin.

Endamê rêveber ê koalîsyona hêzên Iraqê ya bi serkêşiya El-Helbosî Heyder Mela diyar kir ku dibe ku Kazimî di kabîneyê de heta 10 rojan bi ser bikeve.

 

EL-EYN: MUXALIFEKÎ TIRK; ÎSTÎFAKIRINA WEZÎRÊ HUNDIRÎN NIXUMANDINA BINKETINA ERDOGAN E

 

Der barê Tirkiyê de rojnameya El-Eyn li ser zimanê muxalifekî Tirk wiha nivîsand: "Şanoya îstîfakirina wezîrê hundirîn Suleyman Soylu nixumandina binketina Erdogan e."

Aykut Erdogdu cîgirê serokê CHP’ê yê partiya herî mezin a opozîsyonê li Tirkiyê ye û parlamenterê bajarê Stenbolê ye, di twittekê de wiha got: "Suleyman Soylu hewl da li ser binketina Erdogan binixumîne, ji ber wê perspektîfên ferzkirina qedexekirina derve ji nişka, bû sedema aloziyeke mezin."

Erdogdu wiha got: "Belê, hedefa sereke ji şanoya îstîfakirinê nixumandina li ser Erdogan e ku biryara ‘îna reş’ daye. Îstîfaya şeklî hedefa wê ji ber Erdogan ve berpirsyariyê rake."

Tê destnîşankirin ku ragihandina ji nişka ve der barê biryara qedexekirina derketina derve de, bû sedema rewşeke tirs û xofê, her wiha welatiyan lez da kirîna pêdivî û depokirinê, bi wê re jî nakokî di navbera şêniyan de zêde bûn.

(fr)