Li Şedadê dermanên demborî hatin girtin

Komîteya Tenduristiyê û Komîteya Zimhêrê li navçeya Şedadê miqdarek ji dermanên demborî girtin û îmha kirin.

Li Şedadê dermanên demborî hatin girtin
14 nîsan, 2020   08:01
HESEKÊ

Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Şedadê û Komîteya Zimhêrê gerên xwe di nava sûkên bajêr û gundewarên wê de didomînin da ku bazirgan di dema qedexeyê de li gorî xwe buhayên madeyên xwarinê û dermanan bilind nekin.

Her du komîteyan dest bi gerên li ser dermanxaneyan kir û miqdareke mezin dermanên demborî girtin.

Derman di 3 dermanxaneyan de hatin girtin, di nav de şîrê zarokan, derzî, dermanên birînan û derman serêşê hatin girtin.

Li navçeya Şedadê 7 dermanxane hene. Her yek li gorî bernameya nobetê ku ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ve hatiye amadekirin, vekirî dimîne.

Ji rêveberên Komîteya Tenduristiyê Salih El-Elî destnîşan kir ku komîteyê hemû dermanên demborî desteser kirin û hişyarî da dermanfiroşan ku ev yek dubare nebe. El-Elî tekez kir ku gerên wan ji bo kesên binpêkirinan dikin û bi taybet di dema qedexeyê de dê dewam bikin.

Tê zanîn ku gelek dermanxane li gundewarên navçeyê hene û Komîteya Tenduristiyê çavdêriya wan dike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g5kY1l5hN4o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>