PYD’ê Çarşema Sor pîroz kir

Meclisa Giştî ya PYD’ê Çarşema Sor li gelê Kurd ê êzidî pîroz kir û diyar kir "Em bi hêvî ne ev bone bibe wesîleya pêkanîna hevgirtina civakî di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de."

PYD’ê Çarşema Sor pîroz kir
14 nîsan, 2020   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya cejna Çarşema Sor daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

"Sibê Çarşema Sor di ser me re derbas dibe ku tevahî gelên Mezopotamyayê ji destpêka dîrokê ve bi hatina biharê re pîroz dikir. Her wiha ev bone di bîra dîroka gelan de maye. Gelê êzidî parastina dîroka xwe ya resen a gelê Kurd kiriye û vê boneyê li her derê, çi li welat çi li derve dibe, pîroz dike.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD’ê tevahî gelên Mezopotamyayê û gelê Kurd ê êzidî pîroz dikin, bi hêvî ne ku ev bone bibe wesîleya pêkanîna zêde ya hevgirtina civakî di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Her wiha divê kesên vê boneyê pîroz dikin li gorî biryarên Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên parastina ji Koronavîrusê tev bigerin.

Çarşema Sor, ji gelê êzidî û gelên Mezopotamyayê re bi xêr be."

(fr)

ANHA