Rojnamevanekî yemenî: Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe çeteyên Sûrî di şerê li Yemenê de bi kar tîne

Rojnameger û şîrovekerê siyasî yê ji Yemenê Yihya El-Abid got, dewleta Tirk çeteyên ji Sûriyê ji bo şerê li Yemenê bi kar tîne da ku herêma Bab El-Mendeb û deryayê Sor kontrol bike.

Rojnamevanekî yemenî: Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe çeteyên Sûrî di şerê li Yemenê de bi kar tîne
14 nîsan, 2020   05:36
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Rojnameger û şîrovekerê siyasî yê ji Yemenê Yihya El-Abid ji ANHA‘yê re got, planên Tirkiyê yên di Yemenê de ne nû ne û ne ji valahiyê hatine û anî ziman ku: "Planên wê girêdayî xewna xilafetê û daxwaza Ixwan El-Muslimîn a ji bo ku keştîgehan û herêmên girîng kontrol bike da ku karibe bi rêya wan herêma Ereb kontrol bike."

El-Abid eşkere kir ku Tirkiyê ji destpêka "Bihara Ereban" ve piştgiriya koma Ixwan El-Muslimîn (Kombûna Ixwan a Reforom) dike û bi desteka Qeter hewl da pergala Yemenê biguhere da ajandiyên xwe ferz bike û welêt kontrol bike, ji ber ku Yemen xwedî cihek stratejîk û erdnîgerî taybet e.

Rojnamager û şîrovekerê siyasî yê yemenî destnîşan kir ku Tirkiyê di navbera salên 2011 û 2015`an de pirek asmanî di navbera Eden û Tirkiyê de ava kir da ku piştgiriya Ixwanan bike, çeteyan jê re bişîne û çeteyên DAIŞ`ê ji Yemenê bi rêya Tirkiyê derbasî Sûriyê bike, Ji bo ku Tirk li wir bibin xwedî hêz.

Di berdewama hevdîtinê de El-Abid diyar kir ku Kombûna Yemenê ya Reforomê hewl dide bibe nevisê rewa yê pergala Erdogan. Dixwaze cihên stratejîk ên di derya de kontrol bike da ku bi rêya wê karibe hêza xwe bi çek û pere xurt bike. Tevî wê jî hewl dide tevliheviyê li herêma rojava û berava rojava ya ku Berxwedana Niştimanî ya Yemenê kontrol dike derxîne. Mihemed îşaret pê kir ku Tirkiyê di vê dawiyê de hewl dide fîtneyê biafrîne.

El-Abid bal kişand ser ku reftariyên Tirkiyê timayên navneteweyî ne û ne encama piştgiriyek sînordar ji partiyekê re ye û wiha domand: "Planên Erdogan ên kontrolkirinê û xurtkirina helwest û cihê xwe di herêma Bab El-Mendeb û Deryaya Sor de mezin in. Tirkiyê dixwaze deryavaniya navneteweyî ji beravên Yemenê bigire heya bigihêje beravên Afrîkayê yanî Somal û beşên ji Etiyopya kontrol bike. "

Di nav gotinên xwe de El-Abid destnîşan kir ku Tirkiyê di vê dawiyê de parçebûna rêveberiya hikumeta Yemenê û bidestxistina Ixwanan biryara Yemenê bi kar tîne û bi lez kar dike û wiha pê de çû: "Tirkiyê hebûna wezîrê veguhestinê yê berê bikar anî û peymanên girêdayê radestkirina keştîgehên Yemenê pê re mohr kirin. Lê serokê hikumeta Yemenê ew peyman red kirin."

 El-Abid diyar kir ku Tirkiyê bi van gavên bilez Yemenê nake armanc lê belê, di kesayeta Yemenê de Misir û hemû dewletên ku li dijî projeya wê ya firehkirinê li Lîbya û Sûriyê û dewletên din ên Ereb disekinin dike armanc.  

El-Abid eşkere kir ku Tirkiyê çeteyên ji Sûriyê li beramberî 850 lîreyên Tirkiyê leşker kirin.  Her wiha ji bo ku ji bo berjewendiya Ixwan El-Muslimîn li herêmên başûr û berava Yemenê ya rojava şer bikin weke fon ji 5 hezar dolar destpê dike diyar kirin.

Her wiha El-Abid diyar kir ku projeya Tirkiyê ya ku Qeter desteka wê dike, xeteriya herî mezin li dijî ewlehiya herêma Ereb e û anî ziman ku: " Berjewendiya Misir li herêma Deryaya Sor tehdîd dike. Ji ber wê divê Misir bi Yemenê re li dijî xeteriya bê ji Tirkiyê bisekine."

El-Abid got Tirkiyê li ser berjewendiyên gelên Ereb ên herêmê tehdîdek e. Tirkiyê rewşa welêt a dijwar piştî destpêkirina Bihara Ereban, piştî kontorlkirina koma alîgirên Hûsî herêmên bakurê Sanaa, kontrolkirina meclisa demkî parêzgehên başûr û hikumetên di bin sîwana Ixwanan de bi kar anîn û gelek peyman mohr kirin.

El-Abid bi domdarî got:"Ev parçebûn, hişt ku Tirkiyê rewşê bikar bîne, timayên wê û Îranê li Yemenê xurt kir. Îranê xwe li Yemenê ferz kir û bi rêya alîgirên xwe Husî projeya xwe ya xeter li Yemenê pêk tîne. Keştîgeha El-Hudeyde girîngtirîn keştîgehên Yemenê kontrol kir. Bi vê yekê bû jêdera derbaskirina çek û çekdaran ji bo piştgiriya Husî. Xeteriya Îranê ji plana Tirkiyê li Yemenê ne kêmtir e. Her du hewl didin herêma Deryaya Sor kontrol bikin."

El-Abid di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tevgerên dîplomasî yên Misir ên li ser asta cîhanê yên bi armanca têkbirina projeya Tirkiyê li Lîbyayê, hişt Tirkiyê hewl bide li alternatîfan li dijî Misir bigere. Tirkiyê desteka Ixwan El-Muslimîn kir da ku keştîgehên Yemenê kontrol bike. Ev tevgerên wê yên nû Misir neçar dike ku planên Tirkiyê, Ixwan El-Muslimîn û Îranê yên li Yemenê eşkere bike bi taybet ji ber ku Misir têgihiştiye ku Bab El-Mendebr beşek ji pergala ewlehiya Ereb e.

(şx)

ANHA