Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê: Erdogan hemû zagonên navneteweyî binpê dike

Hikûmeta Lîbyayê tekez kir ku serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan bi destekdayîna ji komên terorîst re hemû zagon û biryarên navneteweyî binpê kirin û got "Erdogan alîgirê terorîstan e".

Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê: Erdogan hemû zagonên navneteweyî binpê dike
14 nîsan, 2020   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi destekdayîna ji komên terorîst ên girêdayî xwe hemû zagon û biryarên navneteweyî binpê kirin da ku Terablusê dagir bikin.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ku Erdogan "alîgirê terorîstan e" û hate destnîşankirin ku çeteyên Erdogan bi balafirên keşfê sivîlan bombebaran dikin, keştiyên ku hemû cureyên çekên şer li ser hene, moşek û tankan ji hikûmeta Wîfaq re şandin û leşkerên ji artêşa Tirk dişîne da ku destekê bidin komên sûcdar ku gelê Lîbyayê dikujin.

Wezaretê diyar kir ku hê jî hêviya gelê Tirkiyê bi hemû pêkhate, siyasetmedar, partiyên opozîsyonê û dezgehên çapemeniyê yên serbixwe heye ku Tirkiye ji destê “dîktatorê ku xetereyê li ser dewleta Tirk çêdike, rizgar bikin” û li gorî derfetên heyî li ber xwe bidin.

Her wiha artêşa Lîbyayê îro di saetên sibê de ragihand ku wan balafireke keşfê ya dewleta Tirk ku ji baregeha Mietîqiye ya leşkerî ya li Terablusê rabû, xist xwarê.

(bx)