ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-04-2020
14 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Hevserokê Desteya Aborî  û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo diyar kir ku wan 20 navend ji bo wergirtina hilberînên genim û ceh amade kirine. Her wiha destnîşan kir ku ew ê di çend rojan de buhaya hilberînan diyar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

POLÎTÎKA

 

- Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif bang li civaka navewletî kir ku fişarê li dewleta Tirk bike da ku êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne. Hediya Yûsif destnîşan kir ku bêjêrka wan a li hemberê êrişên Tirkiyê berxwedan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnameger û şîrovekerê siyasî yê ji Yemenê Yihya El-Abid got, dewleta Tirk çeteyên ji Sûriyê ji bo şerê li Yemenê leşker kirin da ku herêma Bab El-Mendeb û deryayê Sor kontrol bike. (BI WÊNE).

- Telal Mihemed got:" Redkirina desthilata Tirkiyê daxwaza parêzeran a hevdîtinê bi miwekilê xwe re me dixe nava şek û fikaran ku an jiyana wî di xeteriyê de ye an jî Koronavîrusê li Îmraliyê belav bûye. Li pey redkirina hevdîtina bi Ocalan re planên qirêj hene." (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

CIVAK Û JIYAN

 

- Xwediyên patozan bang kirin ku pêwîst e bihayên parçeyên guhertinê û heqdestiyên sererastkirinê werin kontrolkirin û mazot ji wan re were peydakirin. Ji aliyên xwe ve Komîteya Zimhêrê ya herêma Cizîrê destnîşan kir ku ew ê lîsteya bihayên parçeyên guhertin û destheqên sererastkirinê di demek nêz de ragihîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

ANHA