​​​​​​​Hediya Yûsif: Tirkiyê Koronavîrusê wekî çekekî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne

Hediya Yûsif bang li civaka navewletî kir ku fişarê li dewleta Tirk bike da ku êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne. Hediya Yûsif destnîşan kir ku bêjêrka wan a li hemberê êrişên Tirkiyê berxwedan e.

​​​​​​​Hediya Yûsif: Tirkiyê Koronavîrusê wekî çekekî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne
14 nîsan, 2020   04:35
ŞEHBA – CAFER CAFO- XANDÎ ELO

Di demekê de ku tevahî cîhan bi têkoşîna li dijî Koronavîrusê ve mijul bûye û banga agirbestê li aliyên Sûriyê hatiye kirin,  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Der barê berdewama êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên yên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nepabemdîbûna wê bi bangewaziyên agirbestê de endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif ji ANHA‘yê re axivî.

Hediya Yûsif di destpêka axaftina xwe de tedbîrên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina koronavîrusê girtine bi bîr xist û got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina herêmê ji Koronavîrusê bi derfetên kêm ên tenduristiyê hemû tedbîrên pêwîst girtiye."

Endama Koordînasyona Kongreya Star anî ziman: "Em dikarin gelê xwe ji vîrusê biparêzin, lê em nikarin berdewama êrişên Tirkiyê yên li ser şêniyan qedexe bikin."

 

‘TIRKIYÊ QANÛNÊN NAVDEWLETÎ BINPÊ DIKE‘

 

Hediya Yûsif îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk hemû biryarên navdewletî binpê dike û wiha dom da axaftina xwe de: "Dewleta Tirk bi êrişên xwe qanûn û bangewaziyên navdewletî yên rawestandina şer di van mercan de binpê dike, mîna ku berê di gelek munasebatan de binpê kiribû û bi awayekî raste rast e li Lîbya û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer bi rêve dibe."

Hediya Yûsif destnîşan kir ku çekên ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike bi çeteyan re tunene, lê belê bi artêşa Tirk a dagirker re hene.

 

‘ARTÊŞA DAGIRKER YEKSER HERÊMÊN TIJE SIVÎK DIKE HEDEF‘

 

Hediya Yûsif di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser êrişên li ser kantona Şehbayê û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane kantona Şehbayê topbaran dikin. Di êrişên dawî de çekên giran hatin bikaranîn ku li cem çeteyan tunene. Artêşa Tirk raste rast herêmên kantona Şehbayê yên tijî sivîl topbaran dikin, di encamê de sivîl şehîd û birîndar dibin."

Hediya Yûsif, diyar kir ku hemberî ban êrişan erka Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û aliyên têkildarî ew e ku helwestekê nîşan bide ku êrişên domdar ên Tirkiyê rawestin.

 

‘TIRKIYÊ HEWL DIDE PANDEMIYÊ DERBASÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BIKE‘

 

Endama Koordînasyona Kongreya Star anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide Koronavîrusê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û axaftina xwe wiha domand: "Agahî di destê me de hene dibêjin ku dewleta Tirk kesên gumanên vîrusê li ser wan hene derbasî kantona Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dike."

Hediya Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk qanûnên mafên mirovan derbas dike, tu helwesteke cidî li hemberî Koronavîrusê nîşan nade,  dixwaze vê nexweşiyê  ji bo armancên xwe yên li djiî şêniyên Bakurê Kurdistanê û girtiyên siyasî bi kar bîne, serokkomarê Tirkiyê Erdogan li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelemperiya Kurdistanê xeter e."

Hediya Yûsif, bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî êrişên Tirkiyê rexne kir û anî ziman ku bi berdewama bêdengiyê êriş wê bidome.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bijêrka tekane ya li hemberî êrişên Tirkiyê berxwedan e û got: "Helwesta me berxwedan e, li hemberî van êrişan em ê mafê parastinê bi kar bînin. Gel di nava bêdengiya navdewletî de wê li ber xwe bide."

ANHA