20 navend ji bo wergirtina hilbirînên ceh û genim hatine amadekirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20 navend ji bo wergirtina hilbirînên ceh û genim ji cotkaran hatine amadekirin û dê di çend rojên bê de buhayên wan werin diyarkirin.

20 navend ji bo wergirtina hilbirînên ceh û genim hatine amadekirin
14 nîsan, 2020   05:51
REQA-EHMED EL-KIMYAN

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo girêdayî amadekariyên desteyan ji mewsima îsal ji ANHA‘yê re axivî.

Barûdo got bi nêzîkbûna mewsimê çinînê re wan 20 navend ji bo wergirtina hilberînên genim û ceh ji cotkaran amade kirine.

Barûdo diyar kir ku niha hewl didin komîteyên taybet ji bo prosesa wergirtin û radestkirinê li navendên hatine amadekirin, ava bikin. Her wiha xebatên din ên fenî û teknîkî ji peydakirina karkeran û sererastkirina navend û depoyan dimeşînin.

Barûdo destnîşan kir ku niha ew prosesa pakkirin û depokirinê dinirxînin. Bi awayekê ku miqdarên hilberînê yên ku wê ji cotkar wergirin, ji telefbûnê diparêze.

Her wiha Barûdo îşaretpê kir ku wê çewal bi buhayên guncew li tevahiya cotkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bikin.

Girêdayî buhayên hilberînan Barûdo destnîşan kir ku di vê hefteyê de wê werin diyarkirin. Dê di demek kin de bi awayekî fermî ragihînin.

(şx)

ANHA