Xwediyên patozan banga diyarkirina buhayên parçeyên guhertinê kir

Xwediyên patozan bang kir ku pêwîst e buhayên parçeyên guhertin û heqdestê tamîrkirinê werin kontrolkirin. Her wiha mazot ji wan re were peydakirin. Aliyên têkildar destnîşan kir ku ew ê di demek nêz de lîsteya buhayên parçeyên guhertin û heqdestê tamîrkirinê ragihîne.

Xwediyên patozan banga diyarkirina buhayên parçeyên guhertinê kir
Xwediyên patozan banga diyarkirina buhayên parçeyên guhertinê kir
Xwediyên patozan banga diyarkirina buhayên parçeyên guhertinê kir
Xwediyên patozan banga diyarkirina buhayên parçeyên guhertinê kir
Xwediyên patozan banga diyarkirina buhayên parçeyên guhertinê kir
Xwediyên patozan banga diyarkirina buhayên parçeyên guhertinê kir
Xwediyên patozan banga diyarkirina buhayên parçeyên guhertinê kir
14 nîsan, 2020   05:53
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-LÎLAV MIHEMED

Bi nêzîkbûna mewsimê berhevkirina hilberînan re, xwediyên patozan dest bi tamîrkirina alavên xwe û peydakirina karkeran mîna ajokar, dirûnkar û hemalan kir.

Lê ji ber belavbûna Koronavîrusê li dewletên cîhanê Rêveberiya Xweser wek tedbîr tenê çend saet ji bo sazkirina patozan diyar kir.

Rêveberiyê bi daxuyaniyekê ku 7`ê Nîsanê dabû, saetên ji 17:00`an heta 01:00`an ji bo vekirina dermanxaneyên çandinî, beytarî, dikanên parçeyên guhertinê diyar kirin.

Xwediyên patozan ji ber buhabûna  parçeyên guhertinê bi gilî û gazinc in û bang li aliyên têkildar kir ku buhayê parçeyên guhertin û heqdestê tamîrkirinê diyar bikin.

Yûsif Ehmed ê 50 salî ji şêniyên navçeya Amûdê ji 32 salan ve bi patozan re eleqedar e. Yûsif Ehmed ji çend rojan dest bi tamîrkirina patoza xwe kiriye. Ehmed destnîşan kir dema ku hatiye eyarkirin ji bo wan ne guncew e û got: "Em zehmetiyan di veguhertina pareçeyên patozan de bi şev dibînin. Ji ber ku em patozan di sibê de tamîr dikin."

Ehmed bang li aliyên têkildar ên herêma Cizîrê kir ku pêwîst e buhayên parçeyên dîrokî kontrol bikin.

Ehmed Kîkî yê 70 salî ji şêniyên navçeya Amûdê ye, ji 44 salan ve di vî warî de dixebite ji ber cudabûna buhayên parçeyên guhertinan bi gilî ye û got: "Buhayên wê bilind û xeyalî ne."

Kîkî bang li aliyên peywendîdar  kir ku buhayên guncew ji parçeyên guhertinê yên patoz û alavên çandiniyê yên din re diyar bikin û got: "Xwediyên patozan di nav aloziyeke rastîn de ne û nikarin tiştekî bikirin."

Kîkî destnîşan kir ku xwediyên dikanên pîşeyên heqdestiyên gelek buha dixwazin û got: "Lêçûna guhertina motora patoza min tevî heqdestiyê gihaşt milyonek lîreyên Sûriyê."

Ekrem Mehmûd ê 39 salî ji gundê Um El-Rebî yê rojhilatê navçeya Amûdê xwediyê patozekê ye bang li aliyên têkildar kir ku beriya destpêkirina mewsimê,  mazotê ji wan re peyda bikin.

 

 ‘EM Ê DI HEFTEYEKÊ DE BUHAYAN KONTROL BIKIN‘

                

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Komîteya Zimhêrê ya herêma Cizîrê Abdulbasit Kotî destnîşan kir ku ew niha lîsteya buhayên parçeyên guhertinê tevî heqdestê tamîrkirinê bi giştî dinirxînin.

Li gorî Kotî tê payîn ku Komîteya Zimhêrê lîsteya buhaya parçeyên guhertin û heqdestê tamîrkirinê di çend rojên pêşiya me de ragihîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2GDRW8q1KWA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>