​​​​​​​Li Tirkiyê bîlançoya dawî ya Koronayê: Hejmara miriyan bû hezar û 296

 Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku li Tirkiyê di 24 saetên dawî de di 4 hezar û 93 kesî de vîrus hatiye tespîtkirin û 98 kes jî mirine.

​​​​​​​Li Tirkiyê bîlançoya dawî ya Koronayê: Hejmara miriyan bû hezar û 296
13 nîsan, 2020   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê Covîd-19'yê de parve kirin.

Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê di 4 hezar û 93 kesan de Koronavîrusê hatiye tespîtkirin û 98 kes jî mirine. Her wiha Koca, diyar kir ku heya niha li Tirkiyê di 61 hezar û 49 kesî de vîrûs hatiye tespîtkirin û hejmara kesên mirine jî bûye hezar û 296.