Li Til Hemîsê madeyên demborî hatin şewitandin

Komîteya Zimhêrê ya navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo di çarçoveya gera xwe yên li nava dikanên bazirganiyê de miqdarek madeyên demborî desteser kirin û şewitandin.

Li Til Hemîsê madeyên demborî hatin şewitandin
Li Til Hemîsê madeyên demborî hatin şewitandin
Li Til Hemîsê madeyên demborî hatin şewitandin
13 nîsan, 2020   16:47
QAMIŞLO

Li ser gilî û gazincên şêniyan yên derbarê bilindbûna buhayê kel û pelan, Komîteya Zimhêrê ya Navçeya Til Hemîsê gerên xwe di nava navçeyê de zêde kirin.

Komîteyê gera xwe li nava dikanên bazirgan û bazara gundên girêdayî bajarên "Til Ehmed, Ebû Cirin, Ceza û Ekaz" zêdetir kir û madeyên demborî kontrol kirin.

Hevserokê Komîteya Zimhêrê ya navçeya Til Hemîsê diyar kir: "Şêniyan der barê buhabûna madeyên xwarinê û cûdabûna buhayan ji dikanekê heta dikanekê din de giliyên xwe pêşkêşî me kirin. Her wiha gelek bazirgan ji rewşa qedexeya derketina derve sûd girtin da ku keysbaziyê bikin. Li ser vê yekê me gerên xwe li nava bazarên navçeyê û gundewarên wê zêde kirin."

Hevserokê Komîteya Zimhêrê diyar kir ku di encama gerên li ser bazaran de madeyên demborî hatin dîtin û xwediyên wê û dikandarên ku bi buhayan dilîstin hatin muxalefe kirin.

Hevserokê Komîteya Zimhêrê di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyên Til Hemîsê kir ku dema fen li we hate kirin yekser berê xwe bidin komîteyê.

Paşê komîteya Zimhêrê madeyên demborî li başûrê Til Hemîsê bi beşdariya endamên komîte û endamên komîteya aborî şewitandin.

(eh)

ANHA