​​​​​​​Di girtîgehên Tirkiyê de 3 girtî ji ber Koronavîrusê mirin

Desthilata Tirkiyê ragihand ku bi kêmanî 3 girtî ji ber Koronavîrusê mirine.

​​​​​​​Di girtîgehên Tirkiyê de 3 girtî ji ber Koronavîrusê mirin
13 nîsan, 2020   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Abdulhemînd Gul li Enqereyê ji rojnamevanan re got, 19 mehkûm di 5 girtîgehan de bi vîrusê ketine, 3 girtî dema li nexweşxaneyê tedawî dibûn mirin.

Li Tirkiyê di hefteyên borî de Koronavîrusê bi awayekî zêde belav bû. Tirkiyê di aliyê hejmara kesên bi vîrusê ketine de li ser asta cîhanê di rêza 9‘an de ye.

Piştî vê yekê parlamantoya Tirkiyê pêşnûmeya serbestberdana 90 girtiyên di girtîgehan de nîqaş kir.

Komên Mafên Mirovan ev pêşnûme rexne ji ber ku girtiyên siyasî di nav xwe de nagire.

Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî derbarê girtiyên li Tirkiyê de fikarên xwe anîbû ziman. Bi hezaran girtî di mercên ne paqij û tendurist de dijîn, ku dibe bibe sedema belavbûna Koronavîrusê.

Suheyla Taş a ku di girtîgeha Sencan a Tirkiyê de  di hevdîtinekê bi ANHA‘yê re gotbibû: "Di qawîşa me de girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronik û temenmezin hene. Rêveberiya girtîgehê tu tedbîr ji bo van girtiyan negirtine. Di qawîşa li rex me de nîşaneyên vîrûsê hatine dîtin. Bi tû awayî bijîşk bi nexweş re eleqeder nebûn û ew dîsa şandin qawîşê.”