Tirkiyê li dijî azadiya gelan e

Meclisa Malbaên Şehîdan a Dêrazorê kiryarên desthilatên Tirkiyê li dijî şehîdan şermezar kirin û diyar kir ku dewaleta Tirk hê jî li dijî azadiya gelan e.

Tirkiyê li dijî azadiya gelan e
13 nîsan, 2020   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê meclisê daxuyaniyek da, her wiha hevserokê Meclisa Malbata Şehîdan Behcet Cedan daxuyanî xwend:

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Meclisa Malabtên Şehîdan a Dêrazorê sersaxiya malbatên şehîdan tevahî dikin bi taybet jî malbata şehîd Egîd Îpek. Em vê sûcê hovane ku dewleta Tirk a faşîst pêk aniye û hê jî li dijî azadiya gelan pêk tîne şermezar dikin.

Dîroka dewleta Tirk a reş û hov li dijî gelên herêmê û gelê n ereb heye. Her wiha xaka wê nêzî 450 salî dagir kir û ciwanên wê di şerên ji bo berjewendiyên xwe yên mêtîngerî bi kar anînin, niha jî heman metodê pêk tîne, li pêş tevahî çavên cîhanê dagir dike, dikuje û koçber dike, mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.

Li herêmên dagirkirî şêniyan koçber dike û demografiyê diguher. Her wiha dewleta Tirk a demokratiyê îdîa dike dîroka wê ya reş li herêmê heye û mezintirîn dewleta faşîst li cîhanê ye."

(fr)

ANHA