Di çalakiya gerîla ya li Amedê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Hênê ya Amedê li dijî yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine û di çalakiyêde 2 leşker hatine kuştin.

Di çalakiya gerîla ya li Amedê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
13 nîsan, 2020   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir ku di 7'ê Nîsanê de artêşa dewleta Tirk a dagirker bi yekîneyên xwe yên veşartî li qada gundê Selê yê navçeya Hênê ya Amedê dest bi operasyonekê kiriye û heman rojê hêzên wan yekîneyeke veşartî kontrol kiriye û 9'ê Nîsanê li vê yekîneya veşartî xistiye.

HPG’ê diyar kir ku ji cihekî nêz ve derbên giran li yekîneya artêşa Tirk hatine xistin û 2 leşker hatine kuştin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên hatin kuştin bi wesayitên sivîl ji cihê çalakiyê birin û ji herêmê vekişiya.