Artêşa Tirk li ser rêya M4 protestoya şêniyên Idlibê belav dike… bi dîmen

Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê di çarçoveya hevpeymana Moskovê de bi rê ve diçe û artêşa Tirk protestoya şêniyên Idlibê yên ku nêzî bajarê Seraqibê li ser rêya navneteweyî ya M4 pêk hat, belav kir.

Artêşa Tirk li ser rêya M4 protestoya şêniyên Idlibê belav dike… bi dîmen
13 nîsan, 2020   12:45
KOBANÊ

Çalakgeran dîmenek belav kiribû û îro ANHA’yê dîmenên din jî bi dest xistin. Di dîmenan de  şêniyên Idlibê li ser rêya M4 ku di navbera bajarên Heleb û Laziqiyê de ye, li dijî dewriyeya hevbeş a Tirkiye-Rûsyayê protesto kir. Tê zanîn ku Rûsya û Tirkiye li ser esasê hevpeymana Moskovê ya ku di 5’ê Adara derbasbûyî de hate mohrkirin, dewriyeyan bi rê ve dibin.

Ji nîvê meha Adara derbasbûyî ve bi sedan şêniyên Idlibê li ser rêya navneteweyî ya gundê Ternebê protesto dikin, ji ber vê yekê dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê ji beriya mehekê ve hatibûn sekinandin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xf_8OgKuimE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>