Rayedarekî îstîxbaratê yê berê: Pevguherîna agahiyên îstîxbaratê kilîta şerkirina DAIŞ’ê ye

Serokê berê yê binkeya Moskovê ya CIA’yê Daniel Hoffman got pevguherîna detayên îstîxbaratê di navbera tevahî aliyan de, heta ku dijmin jî bin, kilîta têkbirina DAIŞ’ê ye.

Rayedarekî îstîxbaratê yê berê: Pevguherîna agahiyên îstîxbaratê kilîta şerkirina DAIŞ’ê ye
13 nîsan, 2020   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Daniel Hoffmna di gotara xwe ya Monitor de got artêşa DYA’yê alîkariya keşfkirina hewayî ya piştevaniya QSD’ê ya vegerandina girtiyên DAIŞ’ê pêşkêş kir. Hê jî QSD berpirsa ewlehiya girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û her wiha tê de nêzî 11 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene.

Li gorî serokê berê yê binkeya Moskovê ya CIA’yê Daniel Hoffman, bûyera 30’ê Adarê balê dikişîne ser mijara li derdora girtiyên DAIŞ’ê, her wiha hikumetên rojavayî red dikin ku wan vegerînin welatên xwe. Lê QSD dibêje ku divê di hundirê Sûriyê de bên darizandin û dadgeheke navneteweyî bê avakirin.

Tevî ku DAIŞ serweriya rûberên mezin li xakên Iraq û Sûriyê nake jî, lê nêzî 15 hezar heta 20 hezar çeteyên DAIŞ’ê bi tena serê xwe man. Her wiha hê jî êrişên wan li dijî hêzên ewlehiya Iraq û Sûriyê didomin.

Di Cotmeha 2019’an de leşkerên Amerîkayê bi xwespartina detayên îstîxbaratî yên hesas serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî bi derbeyekê li parêzgeha Idlibê ku dewleta Tirk lê serwer e û Cebhet El-Nusra (şaxê El-Qaîde li Sûriyê) kuşt. Lê belê DAIŞ’ê ji nû ve çalakî kirin û her wiha girtiyên DAIŞ’ê xetereyeke rastîn û berdewam li herêm û derveyî wê çêdikin.

Daniel Hoffman piştrast kir ku divê mirov texmîn bike ku DAIŞ van tiştan ji xwe re wek derfet bigire;

1- Têkiliyên tevlihev di navbera dewletên dijber û dewletên alîgirên DAIŞ`ê de, di nav de DYA, Sûriye, Îran, Iraq, Tirkiye û QSD.

2- Binketina Iraqê di avakirina hikumetê de û bi wê re stratejiya ewlehiyê ya neteweya hevgirtî asteng dike.

3- Berdewamkirina şerê mezhebî û olî yê lı herêmî, her wiha aloziya mirovî ku ji ber Koronavîrusê zêde bûye.

Daniel Hoffman di berdewama gotina xwe de wiha anî ziman: "Tevlıheviya siyasî li Iraqê û şerê navxweyî yê Sûriyê ku didome, hişt ku zehmetî di projeya ji nû ve avakirin û berjewendiyên piştî şer de çêbe nexasim di qada erdnîgarî de ku sunniyan xistine bin serwriya xwe û DAIŞ hewl dide alîkariyê jê bigire."

Daniel Hoffman diyar kir ku kilîta bidestxistina şerê li dijî DAIŞ`ê avakirin û parastina rûyê îstixbaratê yê komê ye û di nav de cihê hebûna terorîstan her wiha proje û niyetên wan ên êrişan e. Hoffman wiha pê de çû: "Operasyon pir dînamîk e. Agahiyên ku beriya niha der barê navendên terorîst û projeyên wan ên êrişan de hatine komkirin ku duh divê rast bûna lê îro dibe ku ne wisa bin."

Hoffman destnîşan kir ku operasyonên tunekirina terorîstan beriya her tiştî xwe dispêrin komkirina agahiyan ji kesan û ev yek bi zanebûna mirovî tê binavkirin û bi gelek caran bi navê mirovan tê îşaretkirin û wiha got: "Komkirina agahiyên îstixbaratî der barê terorîstan de pêşbaziyeke mezin e. Divê ew kesên ku îstixbaratan bi kar tînin bi taybet yekîneyên leşkerî ku êrişan pêk tînin yan jî serokên hikumetan ku dixwazin parastina welatê xwe xurt bikin, xwe bispêrin şîrovekarên pispor da ku agahiyên îstixbaratî yên xam bidin wan."

Daniel Hoffmann bal kişand ser dibe ku testa zekayê wekî komkirina parçeyên wêneyên diryayî (mamik) be, muhteml e parçe jê hebin û hin jî windayî bin, domdar têkildarî têkoşîna li dijî terorê nirxekî mezin di tevlêbûna nava îstixbaratê de heye, ne tenê bi hevalbendên teqlîd ên neteweyê lê hin caran bi dijmin re jî. Lewma û li gorî Daniel Hoffmann divê kesên berjewendiyên wan di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de hebin li asta zêdebûn û aloziya tevlêbûna nava detayên îstixbatê binêre, her wiha bal bikişîne ser kifşkirin û gefên DAIŞ`ê yên pêşwext.

Her wiha Îlona 2015`an Iraqê bi Rûsya, Îran û Sûriyê re da ku xebatên xwe yên hevbeş ên şerê li dijî DAIŞ`ê baş bikin, dest bi pevguherîna detayên îstixbaratê kir. Her wiha DYA`yê jî bi hêzên ewlekariya Iraqê re da ku agahiyên têkildarî têkoşîna li dijî terorê bidin hev, hevjariyeke demdirêj danî.

Daniel Hoffmann da zanîn ku dema li ajansa îstixbaratê ya navendî (CIA) dixebitî rasterast qedrê pevguherîna agahiyên îstixbaratê yên bi saziyên îstixbaratê re û yên li dewletên ku DYA`yê wan wekî hevalbendên berê nabîneê nas kir, tevî ku berjewendiyên dewletên wan ji hev re bi nakok in lê ew serwerxt bûn û karên xwedan girîngî hebûn ew jî têkoşîna li dijî tororê bû ji ber heta bi dijminên xwe re mirov dikare bingeheke hevbeş deyne. Daniel Hoffmann wiha li axaftina xwe zêde kir: "Bê guman der barê kesên bi navên"terorîstan" re muhteml e dan û standin çêbibe." Wekî mînak ji destpêka şerê li Sûriyê anku ji 2015`an ve Rûsya derbe li muxalefetên serok Beşar El-Esed xist û civaka navneteweyî ew wekî terorîst nasenifîne. Muhteml e nîqaş der barê kategorîkirina armancên terorîstan de çêbe û dibe ku dan û standinên têkildarî pêşerojê Sûriyê pêk bên.

Niha jî da ku ev yek pêk were, kar û xebat dikeve ser milê şervanên şer, pisporên di saziyên îstixbaratê de û dîplomatan.

(ekîb)