Dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê li Dirbêsiyê û Zirganê dest pê kir

Vê sibehê dewriyeyeke hevbeş a polîsên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê yê li hember Dirbêsiyê û Zirganê pêk hat.

Dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê li Dirbêsiyê û Zirganê dest pê kir
13 nîsan, 2020   10:38
HESEKÊ

Vê sibehê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê ji gundê Şêrk ê rojavayê navçeya Dirbêsiy bi beşdariya 4 panzêran ji her du aliyan tevî 2 helîkopteran pêk hat, her wiha dewriye li gundên naveyên Dirbêsiyê û Zirganê dest pê kir.

Ev dewriye li gorî pêkanîna peyman Sochî ya serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdgaon û seroka Rûsya Vladimîr Pûtîn di 22’yê Cotmeha sala borî de îmze kiriye, pêk tê. Hê jî polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên artêşa Tirk a dagirker dewriyeyên hevbeş li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li Bakurê Sûriyê pêk tînin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8cbBzlVV3aw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>