Malbatên şehîdan kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê û ya herêma Tebqayê kiryarên dewleta Tirk ên der heqê cenazeyên şehîdan de û şêwazê şandina cenazeyê şehîd Egîd Îpek ji malbata wî re, şermzar kirin.

Malbatên şehîdan kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin
Malbatên şehîdan kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin
Malbatên şehîdan kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin
13 nîsan, 2020   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Tirkiyê cenazeyê şervanê HPG`ê Egîd Îpek bi rêya pakêtekê ji malbata wî re şand. Bi vê yekê hemû nirxên mirovahiyê û zagonên navdewletî binpê dike.

Ji ber wê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrîn û ya Tebqayê daxuyaniyên cuda dan.

 

ŞEHBA

 

Daxuyanî li pêşiya navenda meclisê ya li gundê Til Qerah ê kantona Şehbayê ji aliyê endama meclisê Sûreya Hebeş ve hat xwendin. Hin endam û hin rêveberên meclisê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewletên destek didin dewleta Tirk ku kiryarên derexlaqî pêk bîne, dewleta Tirk êriş dike, dewleta Tirk bang li malbata şehîd Egîd Îpek kir da ku emanetekê bide wê lê dema malbat amade bû cenazeyê kurê wê Egîd Îpek ku parçe kiribûn, diyarî wê kir.

Her wiha hat gotin ku bila dewleta Tirk baş zanibe ku jê natirsin û helwestên dewletên hevalbend ji Tirkiyêre ku destek dide wê şermezar dikin.

Xizmên şehîdan di daxuyaniyê de diyar kir ku piştî ew ji Efrînê neçarî koçberiyê bûne li Şehbayê li ber xwe didin û ji dayika şehîd Egîd re dibêjin ku ew hemû dayik û bavên şehîd Egîd in û zarokên wan dê di eniyên şer de çeka wî rakin.

Di dawiyê malbatên şehîdan banga serbestberdana girtiyên di Îmraliyê de û banga rakirina tecrîda ji ser rêber Abdullah Ocalan kir. Her wiha bang li dewletên hevalbend kir ku li şûna destekê didin dewleta Tirk, destekê bidin wan û derfetê bidin parêzeran ku serdana rêber Ocalan bikin.

 

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/N1BHgdl3nAY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li bajarê Tebqayê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Mehmûd daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Dîmeneke trajedîk e û bi pîvanên navneteweyî û mafên mirovan re binakok e, rejîma Tirk piştî çend salan ji revandina şehîd Egîd Îpek bi rêya paketekê ji dayikê re parçe şandin. Rejîma Tirk texmîn dike ku bi vê kiryarê dê dilê dayika şehîd hîn zêdetir li ser kurê wê bişewitîne.

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan hovîtiya rejîma Tirk a faşîst, hovane û sûcdar şermezar dikin û ji Erdogan û rejîmê wî re dibêjin ku şehîdên me rêberên me yên manewî ne, rêya serkeftin û azadiyê û meşaleyên ronahiyê ne, li gel vê yekê dê têkoşîna me heta rizgarkirina hemû herêmên artêşa Tirk dagir kirine ji Efrînê bigire û heta bi Girê Spî û vegera şêniyan li malên xwe berdewam be.

li ser vî esasî divê ev kiryar beyî hesabxwestinê derbas nebe her wiha divê gelên me yên li dewletên cîhanê yên dost û mirovane zextê li dewleta Tirk bikin û hesbaên sûcdariya li dijî Sûriyê û gelek herêmên din pêk aniye bixwazin, di heman demê de hesabên guhartina demografiyê û qirkirina etnîkî ji dewleta Tirk bixwazin.

Di dawiyê de em bang li civaka navneteweyî dikin ku kiryarên dermirovî û sûcdariyê yên dewleta Tirk şermezar bikin li gel vê yekê sozê didin dayikên şehîdan ku em ê heta rizgarkirina xaka xwe tê bikoşin."

(bx-eh)

ANHA