​​​​​​​Li Filistîn û Îsraîlê Koronavîrus zêdetir berbelav dibe

Li Filistînê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine gihaşt 308`an, her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî ragihand ku li Îsraîlê 11 hezar û 235 kes bi vîrusê ketine, rewşa 181 kesan giran e û 110 kesan jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li Filistîn û Îsraîlê Koronavîrus zêdetir berbelav dibe
13 nîsan, 2020   09:28
XEZA

Hikumeta Filistînê vê sibê li Difa El-Xerbiyê û Qudsê haletên nû yên Koronavîrusê (Covid-19)  tomar kirin.

Li gorî daneyên fermî li Filistînê 308 kes bi vîrusê ketine, ji wan yek miriye û zêdetirî 40 kes jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsarîlê jî diyar kir ku li Îsraîlê ji ber Koronavîrusê kesekî din jiyana xwe ji dest daye. Çapemeniya Îsraîlê diyar kir ku li Îsraîlê 110 kes bûne qurbanî, 11 hezar û 235 kes jî bi vîrusê ketine û ji wan rewşa 181 kesan jî xeternak e.

(eh)

ANHA