Xwediyên jeneratoran însiyatîfa perenegirtina ji gel destpêkirin

Di çarçoveya însyatîfên ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê radibin de, welatiyekî bajarê Hesekê diyar kir ku heta mehekê pereyên eleketîrêkê ji şêniyan nastîne.

Xwediyên jeneratoran însiyatîfa perenegirtina ji gel destpêkirin
Xwediyên jeneratoran însiyatîfa perenegirtina ji gel destpêkirin
Xwediyên jeneratoran însiyatîfa perenegirtina ji gel destpêkirin
Xwediyên jeneratoran însiyatîfa perenegirtina ji gel destpêkirin
Xwediyên jeneratoran însiyatîfa perenegirtina ji gel destpêkirin
13 nîsan, 2020   05:31
HESEKÊ- HENAR IBRAHÎM-SALIH MIHEMED

Li gel qedexeya ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronaîvursê li herêmê hatiye ragihandin, Însyatîf û projeyên hevgirtina civakî bi armanca piştgiriya şêniyan û malbatên xizan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Di vê der barê de, welatiyê bi navê Raman Meo ku ji şêniyên taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ye, bi însyatîfekê rabû û dê heta mehekê pereyên eleketrîkê ji şêniyan nestîne.

Der barê însyatîfa xwdiyê jeneratorê de, ANHA`yê nêrînên şêniyên taxê girtin.

Şîndar Seed Elî wiha got: "Her tişt buha bûye û li şûna ku alîkariya şêniyan bikin, bazirgan bi nirxên madeyan dilîzin. Divê bi însyatîfên mirovî wekî ya xwediyê jeneratorê, rabin. Divê hemû xwediyên jeneratoran bi vê însyatîfê rabin da ku di qonaxa heyî de alîkariyê bidin gel."

Welatiyê bi navê Mihemed El-Xelîl jî wiha got: "Însyatîfa Raman, ji bo şêniyan tiştekî baş e. Em vê yekê ji hemû xwediyên jeneratoran hêvî dikin. Ji ber ku di van mercan de, tu kes nikare kar bike."

Xwediyê jeneratorê jî Raman Meo diyar kir ku ew ji  bo şêniyên taxê bi vê însyatîfê rabûye, ji ber ku di şertên zehmet û ne ji rêzê re derbas  dibin û zêdetirî 20 roj in ku kes kar nake.

Raman Meo destnîşan kir ku wî hewl da bi vê yekê alîkariyê bide şêniyan û hêvî kir ku hemû  xwediyên jeneratoran û her kes li gorî derfetên xwe, bi însyatîfên wiha rabe.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qeEbvUM15gI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>