Şêniyên gundên Eyn Îsayê di bin topbaranê de çandiniyê dikin

Şêniyên gundên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê tevî zor û zehmetiyan û topbarana artêşa Tirk a dagirker, karê xwe yê rojane û çandiniya xwe didomînin. Li gel hemû zehmetiyan û hovîtiya dewleta dagirker şênî bi israr in ku li ser axa xwe bimînin.

Şêniyên gundên Eyn Îsayê di bin topbaranê de çandiniyê dikin
Şêniyên gundên Eyn Îsayê di bin topbaranê de çandiniyê dikin
Şêniyên gundên Eyn Îsayê di bin topbaranê de çandiniyê dikin
Şêniyên gundên Eyn Îsayê di bin topbaranê de çandiniyê dikin
Şêniyên gundên Eyn Îsayê di bin topbaranê de çandiniyê dikin
Şêniyên gundên Eyn Îsayê di bin topbaranê de çandiniyê dikin
13 nîsan, 2020   05:33
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 9’ê Cotmeha 2019`an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Dagirkeran herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wan dagirkirin. Lewma şêniyên gundewarên bakurê navçeya Eyn Îsayê yên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê zor û zehmetiyan dikişînin.

QSD`ê parastina van gundan kir û rê neda artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir bikin. Rojane artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundan topbaran dikirin. Lê şênî bi israr in ku li ser axa xwe bimînin û radestiyê napejirînin.

Nûçegihanên me gundên li ser xeta sînorê bi dewleta dagirkir re rewşa cotkaran şopandin. Yek ji wan gundan Leqleqwa yê ku 20 km dikeve bakurê Eyn Îsayê ye. Gund rexma êrişên dagirkeran jiyana xwe di nav zehmetiyan de didomîne. Şêniyên gund wekî her sal amadekariyên çandina zebzeyên havînê dikin.

Ehmed Îsa şêniyekî gundê Leqleqwa ye. Îsa dibêje: “Ev 40 sal zêdetir e em li vir dijîn. Ji wê demê heta niha em her sal erdê xwe diçînin, cot dikin û mewsimê radikin. Em bi alîkariya zarokên xwe zebzeyên wekî xiyar, tematim, filfil li kêleka mala xwe  diçînin, ev rastiya jiyana me ye."

 

'EM TERKA XAKA XWE NAKIN'

 

Ehmed Îsa girêdana xwe ya bi axa xwe ve diyar kir û got: “Em ji gundê xwe dernakevin. Ji ber ev xaka me ye û jê baştir nabînin. Em hesabê êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê nakin, va hun dibînin çend meylan dûrî eniyên şer in. Lê dîsa jî çandiniya xwe dikin. Ew çete sîxor in û ji bo diziya gel hatine em jî li vir bi israr in. Zarokên min diçin dibistanê da ku fêr bibin. Lê dema dizîvirin malê ew wan fêrî çandiniyê jî dike. Da ku xwe bi xwe debara xwe bikin.  Ev zebzeyên ku em li vir diçînin ne ji bo firotinê ne, ji bo mal bê debara xwe bike ne. Dema hilberîn zêde be jî em li  feqîrên li nava gund belav dikin.”

Ehmed Îsa ji beriya çend rojan ve zebzeyên demsala havînê çandin, ji wan"Bacan, îzot, bacanên reş, xiyar û xirtik(Kusa)".

Cotkara bi navê Wehîda Mistefa jî axivî û got:"Her sal ez û zarokên xwe zebzeyan diçînin û pê debara xwe dikin. Ji ber baştir e ji zebzeyên ji derve tên."

 

'DEWLETA DAGIRKIR DIXWAZE JIYANA ME TAR Û MAR BIKE'

 

Wehîda bi bîr xist ku beriya demeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên wan bi çekên giran topbaran kirin û topbek li tenîşta mala wê ket. Wehîda got: “Ji ber topê dîwarên malê zirar dîtin. Ev jî wateya ku artêşa Tirk êrişî her kesî dike. Dixweze jiyana me ya bi ewle têk bibe, sivîlan koçber bike, ji ber dixwaze warê me dagir bike. Lê di rastiya xwe de em xwediyê vê xakê ne û em ê qet rê nedin dagirkeran.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rZy2XMH8GK4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>