Li Idlibê tevgera leşkerî…rewş ber bi ku ve diçe?

Tevî ku Tirkiyê bi Rûsyayê re lihevkirin pêk anîne, hêzên bi nakok ên bakurê Sûriyê di serî de dewleta Tirk şandina teqwiya leşkerî ji bo herêmê didomîne. Bûyer ber bi ku ve diçe?

Li Idlibê tevgera leşkerî…rewş ber bi ku ve diçe?
13 nîsan, 2020   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN – YIHYA EL- HEBÎB

Li herêma Idlibê ya Sûriyê tevgereke leşkerî ya mezin, bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve heye. Ji 2‘ê Sibatê heta niha zêdeyî 5 hezar û 865 seyare û alavên leşkerî yên Tirkiyê gihiştin herêmê.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di 3‘yê vê mehê de ragihandibû ku teqwiyeyek leşkerî ya hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên girêdayî Îranê gihişt Idlibê. Hêzên leşkerî li derdora deverên Kefer Nibul, Hezarîn, Fitêra û aliyên din ên Cebel El-Zawiya yê gundewarê başûrê Idlibê bi cih bûn.

Her wiha balafirên keşfê bi awayekî berfireh li asîmanê "Herêmên kêmkirina şer" ji Cebel El-Zawiyê heta gundewarê başûrê Idlibê û gundewarê rojavayê Helebê geriyan.

Li gorî agahiyên ku Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê beriya çend rojan dabû, hêzên Tirkiyê hemwextî gihandina teqwiya leşkerî ya hikûmeta Sûriyê ji eniyên Cebel El-Zawiya û gundewarê rojhilatê Idlibê ji komên çete yên girêdayî xwe xwest ku amade bin.

Tirkiye heta niha di meşandina dewriya hevpar a leşkerî de ya bi aliyên Rûs re bi binketiye. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladîmer Putin di 5‘ê Adarê de li ser meşandina dewriyeyên hevpar li hev kiribûn.

Her wiha Enqere di înqankirina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya di lîsteya terorê de) ku dewriyeyan asteng neke, bi bin ket. Çeteyên wê yekem dewriyeya Tirkiyê-Rûsya ya 15‘ê Adara derbasbûyî neçar kir ku rêya xwe biguhere, ev nêzîkatî du dewriyeya duyemîn û sêyemîn de dûbare bû.

Her wiha Enqerê nedikarî çeteyên Cebhet El-Nusra ji komên dîtir ên bi navê "Navîn" ji herêmê dûr bixîne, li gorî lihevkirina bi Rûsyayê re ev peywir jê dihat xwestin ku pêk bîne.

Girêdayî vê mijarê lêkolînera zanista siyasî û têkiliyên navdewletî Dr. Ebîr El-Heyalî ji ANHA‘yê re axivî.

Dr. Ebîr El-Heyalî di destpêka axaftina xwe de got: "Tevî tewqiya leşkerî ya navbera herdu aliyan de ku bi navê kişandina werîsê hatiye wesifandin, dê xebata doplomasî ya di navbera aliyên Rûs û Tirkiyê ku bi xurtî hatiye bi navberkirin dê li ser rewşa Idlibê serwer be. Ev nayê wateya ku nakokiyên kûr di navbera herdu aliyan de derbarê dosyayê Sûriyê de nîne, herdu aliyan ev yek di tecrûbeyên borî de îsbat kirin ku nikarin bighêjin lihevkirinekê. Dibe ku hevdîtina herdu serokan a di Adara borî de baştir be ku rêbaza şidandin û kişandinê di navbera herdu aliyan de kurt bike."

Ebîr destnîşan kir ku derketina bûyerekê di navbera herdu aliyan de niha dûre û wiha axivî: “Ji berk u Erdogan windahiyên xwe yên di vî şer de dizane. Ev yek derbeyeke diyarker e ku dê Erdogan vegerîne xala doplomasî û vegera li masya dilyalogan."

Têkildarî bicihbûna hêzên dewleta Tirk a dagirker Ebîr wiha got: “Sedema vê yekê ew e ku Enqere sistbûna vê lihevkirina dawî têgihiştiye. Dizane ku ev lihevkirin di kijan kêliyê de dibe hilweşe. Rûsya jî baweriyê bi Tirkiyê nayîne. Ji ber vê yekê dixebite da ku hemû hêza xwe amade bike, da ku heger tevgereke leşkereî rû bide, dest deyne ser Idlibê."

Dr.Ebîr El-Heyalî di dawiya axaftina xwe de got: "Herdu alî bawer dikin ku lihevkirin seran ser bû, heta ku lihevkirinek rasteqîn çênebe dê bêdegiya rewşê çênebe.”

ANHA