Bîlançoya Koronavîrusê li cîhanê giran dibe

Li tevahiya cîhanê zêdetirî milyonek û 781 hezar kes bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine, di heman demê de hejmara miriyan jî gihaşt 109 hezar kesan.

Bîlançoya Koronavîrusê li cîhanê giran dibe
12 nîsan, 2020   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên ku Zanîngeha Johns Hopkins dide, hejmara miriyên Koronavîrusê gihaşt 109 hezarî.

Hejmara miriyan li Îtalyayê gihîşt 19 hezar û 468’an, li Spanyayê hejmara kesên pê ketine 161 hezar û 852 û yên mirine jî 16 gezar 353, li Fransayê jî 13 hezar û 832 kes mirine, her wiha li Brîtanyayê jî 78 hezar û 991 kes pê ketine û 9 hezar û 875 kes mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê duh ragihand ku hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine heta duh, hezar û 939 kes bû jê jî 426 baş bûne û 146 kes jî mirine.

 

LI SÛRIYÊ 6 KESÊN DIN BI VÎRUSÊ KETIN

 

Li Sûriyê jî li gorî serjimariya hikumeta Sûriyê, 6 kesên din bi Koronavîrusê ketine ku bi wê re li welat 25 rewşên pêketinê hatin tomarkirin û 2 kes jî pê mirin.

Li Sûdanê jî 2 rewşên pêketina Koronavîrusê hatin tomarkirin ku bi wê re hejmar bû 19, her wiha heta niha ji bilî 2 kesên berê bi vîrusê miribûn ên nû, nehatin qeydkirin.

(fr)