WHO berovajî destûr û rêgezên xwe tev digere

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) îdia dike ku li gorî rêgezên destûrê dimeşe anku bêyî ku cudabûnê bixe navbera mirovan parastina mafên mirovan dike, lê di rastiya xebata xwe de ne wisa ye û mafên mirovan binpê dike.

WHO berovajî destûr û rêgezên xwe tev digere
12 nîsan, 2020   08:34
QAMIŞLO-EKREM BEREKAT

Li seranserê cîhanê Koronavîrus (Covid-19) girîngtirîn bûyer e û yekitiya tevahiya cîhanê bi xwe re ava kir lê Rêxistina Mafên Mirovan û WHO`yê ku rêgez û destûrên van rêxistinan li ser esasê mirovî hatine avakirin, ne wisa ye û berevajî karê xwe tev digerin. Îsbata vê yekê jî, di demeke wiha de ku pêwîstiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alîkariyê heye da ku parastina xwe ji Koronavîrusê bikin, rêxistinên tenduristiyê û yên parastina mafên mirovan bê deng in.

Koronavîrus di Cotmehê de li bajarê Wohan a Çînê derket û paşê li piraniya dewletên cîhanê belav bû, ji ber xetereya vîrusê bi hezaran kes bûn qurbanî. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di 13’yê Adarê de sendoqa alîkariya têkoşîna li dijî vîrusê ragihand û bi armanca hevkariya kar û xebata cîhanî û parastina mirovan ji xetereya vîrusê kir, destek da.

 

WHO PÎVANAN BINPÊ DIKE

 

WHO di Tîrmeha 1946’an de bi armanca piştgiriya qada tenduristiyê, beyî cudabûn parastina gelan bike, her wiha cudabûnê nexe nava olan, siyaset, aborî û civakî hate avakirin, lê di rastiya xwe de berevajî rêgezên xwe tev digere.  WHO`yê li ser bingeha rêgezên li jor hatine diyarkirin, îsbata pabendiya xwe bi rêgezên di destûrê de hatine diyarkirin, dike. Her wiha rêxistinê îşaret bi parastina selametiya hemû gelan dike, xwe dispêre hevkariya di navbera ferd û dewletan de û alîkariyên tibî dide her kesî.  

WHO tevî ku destek da hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk ên bi navê “opozîsyona Sûriyê” lê heta niha tu alîkarî nedaye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê bigire.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku têkilî di navbera wan û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de heye, di demên dawîn de gelek civîn bi hev re li dar xistin, Rêxistinê soza pêşkêşkirina alîkariyê da lê heta niha tu tişt pêk neaniye.

Ciwan Mistefa piştrast kir ku cudakariyê WHO’yê pîvanên mafên mirovan binpê dike û got: "Di civîna dawîn a bi rêxistinê re me ji wan xwest ku rêxistin bi awayekî mirovî xwe nêzî gelê herêmê bike."

Her wiha Ciwan Mistefa diyar kir ku lêkolîn û testên pêwîst didomin da ku vîrus li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dernekeve.

 

TÊKILIYÊN DESTEYA TENDURISTIYÊ YÊN NAVNETEWEYÎ

 

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya peymangeha PIAS a Siwêdê testek derxist ku di nava 30 xulekan de Koronavîrusê kifş bike. Desteya Tenduristiyê diyar kir ku ew amade ye alîkariyê bide dewlet, rêxistin û gelên ku dixwazin sûdê jê bigirin.

Mistefa Ciwan destnîşan kir ku têkiliyên navneteweyî der barê ‘kît’ê de berdewam in û hinek ji testan şandine Îtalyayê, Şengal û kampa Mexmûrê. Mistefa Ciwan anî ziman ku dê testê bidin hemû kesên ku dixwazin.

(eh-bx)
ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mKHRSKok3MQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>