HRE: Li Şêrawa 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

HRE’yê duh li navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker du çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

HRE: Li Şêrawa 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
12 nîsan, 2020   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya HRE’yê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Roja 11’ê Nîsanê hêzên me li navçeya Şêrawa ya bi ser bajarê Efrînê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke taybet û çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 2 jê doçka lê barkirî, bi giştî 3 seyare jî hatin rûxandin.

Ev her du çalakî ji bo tolhildana 3 hevalên me (Egît Şerqiya, Ferman Bilbilê, Xabûr Efrîn) yên ku di êrîşa 10’ê Nîsanê ya li ser navçeya Şêrawa de gihîştibûn şehadetê, hatine lidarxistin.

Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, qadên sivîlan bi dijwarî topbaran dikin. Di van topbaranan de welatiyekî sivîl birîndar bû.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-o57Ci5sKog" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>