ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-04-2020
12 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Vîrûsa Koronayê her roj zêdetir li Tirkiyê belav dibe. Li gel vê xeteriyê jî dewleta Tirk a dagirker girtiyên siyasî bernade. Evîn Cûma li ser mijarê got: “Ev tişta ku dewleta Tirk dike mîna cezayê darvekirinê ye. Bi taybet ji ber ku zindan cihên girtî ne û hawîrdorek guncew ji bo belavbûna Koronavîrûsê ye. "(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Girtiya bi navê Suheyla Taş diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyê tu tedbir ji bo rewşa kesên di koma rîska vîrûsa Koronayê nehatine girtin. Xwişka wê Alev Taş destnîşan kir ku ew ji ber rewşa girtiyan ditirsin. Hevseroka MED TUHAD- FED Elîf Haran jî got: “Girtiyek ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest daye. Ji bo komkujî pêk neyên divê demildest bikevin tevgerê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Derbarê girtina klînîkên taybet de nêrînên cûda derketin. Lê hemû nêrînan li ser vê yekê li hev kirin ku divê bijîşk li nexweşxaneyan bin. Endamê rêveber ê Girînendeya Tenduristiyê ya bajaê Hesekê diyar kir ku bergiriyên hatine girtin ji bo berjewendiyên gel e, bijîşk li nexweşxaneya Gel karê xwe temam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Di hefteya borî de li ser ritma axaftina li ser êrişên muhtemel li herêmê, Rûsya û Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî zêde kirin. Li Iraqê jî cara sêyemîn serokek nû tê erkdarkirin. Ji aliyekî din ve Koronavîrûs her ku diçe belav dibe. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Hejmarek cotkarên gundewarê başûrê bajarê Hesekê yekem car bi sedan donim bi kemûnê çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA