Li Sûriyê 6 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku 6 kesên nû bi vîrusa Koronayê ketine.

Li Sûriyê 6 kesên din bi Koronavîrusê ketin
11 nîsan, 2020   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

SANA‘yê li ser zimanê Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku 6 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine. Bi vê yekê hejmara kesên ku bi koronayê ketine derket 25‘an.

Wezaetê beriya çend rojan ragihandibû ku 2 kes bi vîrusê mirine û hêrêma Menîn û Seyda Zeyneb ên gundewarê Şamê xistin karantînayê.