Mijarên rojnameyên Ereb ên hefteya borî

Di hefteya borî de li ser ritma axaftina li ser êrişên muhtemel li herêmê, Rûsya û Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî zêde kirin. Li Iraqê jî cara sêyemîn serokek nû tê erkdarkirin. Ji aliyekî din ve Koronavîrûs her ku diçe belav dibe.

Mijarên rojnameyên Ereb ên hefteya borî
12 nîsan, 2020   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di hefteya borî de behsa rewşa Idlibê li Sûriyê, aloziya Iraqê û belavbûna Koronavîrûsê kirin.

 

ŞERQ EL-EWSAT: RÛSYA TEVGERA ASÎMANÎ LI BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYÊ ZÊDE DIKE

 

Rojnameyê wiha nivîsî: "Çavkaniyên ji Rûsyayê ragihand ku Rûsya hêzên leşkerî bi rê kirine Minbicê, di heman demê de diyar bû ku Rûsyayê di rojên dawiyê de tevgera balafirên xwe yên şer li ser Idlibê zêde kiriye. Wezareta Parastinê der barê her du mijaran de bê deng bû û behsa tevgera artêşa xwe nekir, lê derdorên Rûsyayê diyar kir ku Moskov dixwaze liv û tevgerê bişopîne û bergiriya pevçûnên nû bike.

Di vê navberê de Rûsyayê hêzên xwe bi rê kirin herêmên Minbic û Eyn El-Ereb ku di bin desthilata QSD`ê û hêzên hikûmetê de ne li rojhilatê Helebê. Li gorî daneyan bi dehan maşînên leşkerî yên Rûsyayê gihîştin herêmê da ku hebûna xwe li nêzî sînorên Tirkiyê bi hêz bikin.

Lê çavdêr dibêjin ku armanca Rûsyayê ew e ku hebûna rejîmê û Rûsyayê li herêmên nêzî hêzên Tirkiyê bi hêz bike, bi taybet piştî ku hate gotin Enqere dê li herêmê operasyoneke leşkerî pêk bîne. Her wiha tê gotin ku ev tevger bi agahiya QSD`ê pêk tên.

Di vê navberê de artêşa Tirkiyê çend derbeyên leşkerî li Yekîneyên Parastina Gel ên girêdayî QSD`ê xistin, li herêmên Mertalê Firatê û Kaniya Aştiyê yên bakurê Sûriyê.”

 

EL-BEYAN: MISTEFA KAZIMÎ HEWLDANA SÊYEMÎN A AVAKIRINA HIKUMETA NÛ YA IRAQÊ YE

 

Der barê Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê Iraqê Berhem Salih duh ragihand ku serokê îstîxbaratê Mistefa Kazimî ji bo avakirina hikumeteke nû erkdar kiriye. Her wiha ev hewldana sêyemîn e ku Adil Abdulmedî biguherin û welat ji pêvajoya aloziya siyasî ku krîza aboriyê kûrtir kiriye, derxist."

Berhema Salih di destûra komarî ya 9’ê Nîsanê de got der barê lêborîna erkdar Ednan El-Zurfî de Mistefa Kazimî ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin.

El-Zurfî di daxuyaniya lêborînê de ragihandibû ku sedemên wê hundirîn û derveyî ne û piştrast kir ku ji hilbijartinên pêş re amade ye.

Li aliyekî din jî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê der barê binketina El-Zurfî ya erkdariyê de mixabiniya xwe anî ziman û destwerdana Îranê ya bênavber di kar û barên navxweyî yên Iraqê de şermezar kir û erkdariya Kazimî ya avakirina hikumeteke nû pêşwaz kir.

Cîgirê wezîrê karên derve yê kar û barên Rojhilata Navîn David Schenker ji rojnamgeran re daxuyand ku Kazimî di pêywirên xwe yên berê de sepand ku kesayetekî neteweyî û berpirsiyar e û hêvî kir ku di demeke lez de hikumetê ava bike.

Navê Kazimî (53) di nava kaxizên lêvegera olî ya li Necefê de mîna fermandarê muhtemel a piştî têkbirina rêxistina DAIŞ’ê li Iraqê dihat nîqaşkirin. Lê belê pir hêmanên wê demê ev fermandarî pêk neanîn, bi taybet hin aliyên şîe bi ‘peyayê DYA’yê’ li Iraqê bi nav kir.

Beriya nêzî mehekê komeke iraqî ya nêzî Îranê Kazimî bi destwerdana kuştina Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Desteya Heşd El-Şebî Ebû Mihdî El-Muhendis ku Washingtonê li Bexdayê pêk aniye, tawanbar kiribû.

Rayedarekî payebilind ji AFP’ê re ragihand ku binavkirina Kazimî destkeftiyek ji Iraqê re ye, bi taybet di vê pêvajoya aborî ya dijwar de, her wiha ji bo garantiya nûkirina awartebûna Bexdayê ji sizayên Amerîkayê ya ferzkirî li dijî Îranê ye.

 

EL-EREB: AJANSA ANADOLU LI LÎBYAYÊ AGAHIYAN BEROVAJÎ DIKE

 

Têkildarî destwerdana dewleta Tirk ji Lîbyayê re rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Ajansa Anatolyayê bi weşandina raporekê, isbata vegera ji rêya xwe ya berê kir. Di raporê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk parastina Mesrata û Terablusê dike, bi vê yekê zimanê raporê û gotinên wê berovajî kirin. Ji ber artêşa nîştimanî ya Lîbyayê bi pêş de çû û piştî Ewropayê çek ser hikumeta Wîfaqê qut kirin, lîstokên Tirkiyê li Lîbayayê hatin lawazkirin û Tirkiye kete panîkê.

Raporê îdia kir ku "berxwedan" kesên navên ‘Tirkên Misratayê’ li wan hatiye kirin, tev li sekinandina şerê artêşa Lîbyayê yê li dijî Terablusê bûye. Artêşa Lîbyayê bi serkêşiya muşîr xelîfe Hefter tev digere û bi armanca rizgarkirina Terablusê ji milîsên tundraw ên hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê êriş kirine.

Dewleta Tirk îdia dike ku dema artêşa nîştimanî beriya salekê bi armanca serwerkirina Terablusê êriş kir, milîsên tundraw ku navê tugayên Misratayê yên li başûrê Terablusê li wan hatiye kirin, bi milîsên tundraw ên din re bûne yek û bi navê operasyona "Burkan El-Xedeb" êriş kirin. Operasyona Burkan El-Xedeb, hikumeta Wîfaqê li dijî pêşdeçûnên operasyona Tofan El-Keramê dabû destpêkirin ku artêşê beriya salê bi armanca rizgarkirina Terablusê ji milîsan û bidestxistina paytexta Camia ji hemû lîbyayîyan re dabû destpêkirin.

Ajansa Anadoluyê diyar kir ku milîsên di bin sîwana operasyona Burkan El-Xedeb de li dijî artêşa nîştimanî stratejî bi pêş xistin. Her wiha Tirkiyê-Lîbyayê (Alkraglhê) ku li bajarê Misrata bi cih bûne, dest bi têkoşînê kir û bajarê Garyan serwer kir. Bajarê Misrata 200 km dikeve rojhilatê Terablusê û bajarê Garyan jî 100 km dikeve başûrê Trablusê, li gel vê yekê rêya çûna paytextê ye û navenda operasyonan e.

Li vir diyar dibe ku dewleta Tirk tawanên li dijî xwe piştrast dike, ji van tawanan jî desteka ji milîsan, parçekirina Lîbyayê û dirêjkirina şer.

Tirkiye dîroka êlên Lîbyayê dikole û radigihîne ku Misrata ya ku lîbyayî tê de dijîn ku bi eslê xwe Tirk e, sedema sereke ya astengkirina pêşdeçûna artêşa nîştimanî ber bi paytexta Terablusê ye û Tirkiye baş girîngiya êlan dizane.

Nivîskarê misirî yê di kar û barê dewleta Tirk de serwext e Mihmed Taîmê destnîşan kir ku hevalbendên Enqereyê vegera saziyên dewleta Lîbyayê xerab kir û îşareta destpêkirina şerekî leşkerî yê Tirkiyê dike, ev jî bi heman îdiaya Qubrisê ye, her wiha parastina kêmneteweyên bi eslê xwe Tirk in, dike.

 

ŞERQ EL-EWSAT: LI EWROPAYÊ HÊVÎ… AMERÎKA JÎ XWE JI REWŞA XERABTIR RE AMADE DIKE

 

Der barê vîrusa koronayê de rojnameyê nivîsî: "Du dewletên ku pir zirar ji koronayê dîtin, pêvajoya lûtkeya belavbûnê derbas kir, lewma êdî roniyeke hêviyê xuya dike. Piştî ku hejmara qurbaniyên koronayê li cîhanê gihîşte 60 hezaran, êdî Îtalya û Spanya ku nêzî ji sedî 40 qurbanî li ba wan çêbûn, bi hêvî ne ku vegerin jiyana xwe ya asayî. Ewropa difikire dê vegere jiyana xwe ya asayî.

Serokê Amerîkayê hişyarî da ku welatê wan dê "bikeve pêvajoyeke dijwar". Amerîkayî xwe ji rewşeke xerab re amade dikin û nexweşxaneyan ava dikin. Her wiha keştiyeke tenduristiyê ya mezin li New Yorkê rawestiya.”