Bîlançoya dawî ya Korona li Misirê: 146 kes mirin, 1939 kes nexweşin

Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê ragihand, hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Koronayê ketine hezar û 939 in, ji van 426 kes baş bûn û ji nexweşxaneyê derekt. Wezaretê diyar kir ku 146 kes mirine.

Bîlançoya dawî ya Korona li Misirê: 146 kes mirin, 1939 kes nexweşin
11 nîsan, 2020   20:52
QAHÎRA

Şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya karûbarên ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr. Xalid Mucahid ragihand ku 146 kesên nû ku hemû ji Misirê bi vîrûsa Koronayê ketin û  11 jî mirine.

Dr. Mucahid diyar kir ku nexweşên bi vîrusê li gorî perspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têne dermankirin.

Mucahid destnîşan kir ku hejmara giştî ya kesên bi vîrusê hatine tespîtkirin heta roja îro (Şemiyê) gihaştiye hezar û 939 kesî. jê 426 kes sax bûne û ji nexweşxaneyê derketine û 164 kes mirine.