Şêniyên Hesekê li ser girtina klînîkan çi dibêjin?

Der barê girtina klînîkên taybet de nêrînên cûda derketin. Lê hemû nêrînan li ser vê yekê li hev kir ku divê bijîşk li nexweşxaneyan bin. Endamê rêveber ê Girînendeya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê diyar kir ku bergiriyên hatine girtin ji bo berjewendiyên gel in, bijîşk li Nexweşxaneya Gel karê xwe temam dikin.

Şêniyên Hesekê li ser girtina klînîkan çi dibêjin?
Şêniyên Hesekê li ser girtina klînîkan çi dibêjin?
Şêniyên Hesekê li ser girtina klînîkan çi dibêjin?
Şêniyên Hesekê li ser girtina klînîkan çi dibêjin?
Şêniyên Hesekê li ser girtina klînîkan çi dibêjin?
Şêniyên Hesekê li ser girtina klînîkan çi dibêjin?
Şêniyên Hesekê li ser girtina klînîkan çi dibêjin?
Şêniyên Hesekê li ser girtina klînîkan çi dibêjin?
12 nîsan, 2020   05:37
HESEKÊ – SALIH MIHEMED – NAÎLA EBDULHEKÎM

Ji bo rêgirtina li ber derketina Koronavîrusê li herêmê, Rêveberiya Xweser gelek bergerî girtin, ji girtina deriyên sînor, sazî, dibistan û zanîngeh.

Her wiha Şaneya Aloziyê li tevahî herêmê kom qedexe kir û qedexeya derketina derve ragihand û klînîkên bijîşkan girtin.

Li ser mijara girtina kilînîkan, şêniyên bajarê Hesekê nêrînên xwe ji ANHA‘yê re parve kirin.  Şêniyan diyar kir ku hejmara bijîşkan û navendên tenduristiyê kêm in.

Şêniyê bi navê Welat Xelîl anî ziman ku ferzkirina qedexeya derketina derve gaveke erênî ye û got, kombûn çêdibûn, ev yek li ser jiyana şêniyan xeter e.

Xelîl her wiha got: "Heger pandemî li vir belav bibe, nexweşxane vekirî ne, bijîşk bi kar xwe radibin û li nexweşxaneyan dewamê dikin tevî ku klînîkên xwe girtine."

Sultana Ehmed got, ji ber kêmbûna kilînkên vekirî ew zehmetiyan dikşînin û wiha pê de çû: "Nexweşxane paqij in û pêwîstiyan pêşkêş dike. Dirêjkirina dema qedexeya derketina derve ji ber berjewendiyên gel da ku ev vîrus li herêmê dernekeve."

Şêniyê bi navê Medlûl Îbrahîm jî ev tişt got: "Hejmara xebatkarên tenduristiyê li vir kêm in, divê were zêdekirin. Girtina klînîkan bandoreke neyinî li welatî û nexweşan dike."

Îbrahîm bang li aliyên têkildar kir ku divê bijîşkên xwedî klînîk di navendên tenduristiyê, Nexweşxaneya Gel û nexweşxaneyên din ên li bajêr ên ne di nava qedexeyê de karê xwe temam bikin.

Welatiyê bi navê Ehmed Hesen ê ji navçeya Mergeda got: "Pêwîstiya apê min bi bijîşkekî sîngê heye, ji ber sînga wî nepixî ye, ev sê roj in em li vir in û tu kes nayê lê nanere."

Hesen îşaret bi vê yekê kir ku girtina klînîkan bandoreke neyinî li hin welatiyan dike, malbatên ku nexweşên wan hene, ji ber ku hejmara bijîşkan kêm e û li nexweşxaneyên giştî û  yên taybet kar nakin.

Hesen her wiha got: "Divê hejmara xebatkarên tenduristiyê yên ji hemû beşan di hemû nexweşxaneyan de werin zêdekirin, ji ber hejmara bijîşkan kêm e. Her roj dibêjin sibe, lê bê fêde ye."

Der barê giliyên şêniyan endamê rêveber ê Girînendeya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê Îsmaîl Hesen wiha axivî: "Ji bo ku kombûn çênebin me hemû klînîk girtin. Ev tiştekî baş e, da ku rê li ber belavbûna vîrusê li herêmên me bê girtin. Ev ji bo berjwendiyên şêniyan e, hemû bijîşkên ku klînîkên wan girtine, li Nexweşxaneya Gel in da ku alîkariya me bikin. Biryara girtina klînîkan ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye dayîn û em ji aliyê xwe ve pêk tînin."

Hesen destnîşan kir ku hin bijîşk peyman bi nexweşxaneyê re çênekirine û got: "Dema were xwestin em têkilî bi wan re çêdikin, yekser tên dibin alîkar."

Endamê rêveber ê Girînendeya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê Îsmaîl Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Em neçar in pêşwaziya her kesî bikin û tehlîlên pêwîst ji wan re çêbikin."

ANHA