Di 24 saetên dawî de li Herêma Kurdistanê jinek ji ber vîrusê mir

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek diyar kir di nava 24 saetên dawî de li Herêma Kurdistanê tenê jinek temen 65 salî li Silêmaniyê bi virûusê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Di 24 saetên dawî de li Herêma Kurdistanê jinek ji ber vîrusê mir
11 nîsan, 2020   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarê amarên 24 saetên dawî yên virusa Koronayê daxuyaniyek da.

Di  daxuyaniyê de hate ragihandin li Herêma Kurdistanê di nava 24 saetên dawî de 905 testên virûsê hatine kirin, ji vana tenê  li Silêmaniyê testa jinek temen 65 salî pozitif derketiye.

 Di daxuyaniyê de hate gotin jina temen 65 salî ku nexweşiyên wê yên giran jî hebûn û li nexweşxaneyê dima, bi  girtina virûsê re jiyana xwe ji dest da.

Li gorî vê heya niha li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi virûsa cûrê nû ya COVID-19 ketine bû 325, hejmara kesên mirî bû 4 û hejmara kesên baş bûne jî 145 kes in.