​​​​​​​HRE‘yê nasnameyên 3 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameyaê sê şervanên xwe yên ku di bersivdaynîa êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Şêrawayê de şehîd bûne eşkere kir.

​​​​​​​HRE‘yê nasnameyên 3 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir
11 nîsan, 2020   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 3 şervanên wê 10‘ê Nîsanê di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser bejahiya navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê de şehîd bûne, eşkere kir.

Daxuyanî wiha  ye:

"Di çarçoveya pêngava duyemîn ya berxwedana Efrînê de şerê me yê berxwedaniyê bi hêzekî xurt berdewam dike. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, roja 10‘ê Nîsanê ji bejahî û hewayî ve êrîşê li ser navçeya Şêrawa yê bi ser bajarê Efrînê de li dar xistin. Li hember êrîşên artêşa dagirker û çeteyên wê, hêzên me bi lehengî bersiv dan û êrîşên bejahî vala hatin derxistin. Di vê êrîşa dagirkeriyê de 3 şervanên me bi lehengî di çepêrên pêş te li dijî artêşa dagirker û çeteyên wê bi berxwedaniyeke mezin şerkirin û gihîştin asta şehadetê, herwiha 3 şervanên me jî brîndar bûn. Şervanên me Egîd, Ferman, û Xabûr, têkoşîna me ya li hember paşverûtî û dagirkeriyê de tû caran paş de gav ne avêtin û bi dilsoziyeke mezin tevlî berxwedanê bûn. Her 3ê hevrêyên me jî bi azweriyeke mezin erk û berpirsiyartiyên xwe bi cîh anîn. Ji lewra em wek Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) destnîşan dikin ku emê tola şehîdên xwe rakin û hesabê ji dagirkeran bipirsin. Di şexsê 3ê hevrêyan de tevahî şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbatê wan û gele xwe re sersaxiyê dixwazin."

Nasnameyên  şehîdan wiha ne;

Nasnav: Egîd Şerqiya

Nav û Paşnav: Ebdilrehman Mihemed

Navê Dayikê: Îslim

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Şêrawa / 10‘ê Nîsanê 2020

Nasnav: Ferman Bilbilê

Nav û Paşnav: Mihemed Elîko

Navê Dayikê: Emîna

Navê Bav: Fûad

Cih û Dîroka Şehadetê: Şêrawa / 10‘ê Nîsan 2020

Nasnav: Xabûr Efrîn

Nav û Paşnav: Şadî Celo

Navê Dayikê: Melek

Navê Bav: Cuma

Cih û Dîroka Şehadetê: Şêrawa / 10‘ê Nîsan 2020.

ANHA