​​​​​​​Li Reqayê mayineke ji bermahiyên DAIŞ’ê hate bêbandorkirin

Piştî vê sibehê agahî ji navendê re hatin, Yekîneyên Endezyariyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Reqayê mayineke ji bermahiyên DAIŞ’ê bê bandor kir.

​​​​​​​Li Reqayê mayineke ji bermahiyên DAIŞ’ê hate bêbandorkirin
11 nîsan, 2020   12:10
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî agahiya ji şêniyan ku parçeyeke biguman li taxa Dirîyê li nêzî Mizgefta Basil a bajarê Reqayê heye, Yekîneyên Endezyariyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê diyarkirî û dever dorpêç kir.

Yekîneyên Endezyariyê mayina bi pîvana 15 kg a ji madeya TNT a ji bermahiyên DAIŞ’ê bê bandor kir û tu zirar çênebûn.

fr

ANHA