Li Îsraîl û Filistînê hejmara dawîn a qurbaniyên Koronavîrusê

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê haletên nû yên Koronavîrusê tomar kirin û ragihand ku 268 nexweş hene. Li Îsraîlê jî hejmara giştî ya nexweşan gihaşt 10 hezar û 505’an û 95 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Îsraîl û Filistînê hejmara dawîn a qurbaniyên Koronavîrusê
11 nîsan, 2020   10:13
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li bajarê Xelîl û navçeyên bajarê Qudsê 2 haletên nû yên Koronavîrusê (Covid-19) tomar kirin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Filistînê 268 kes bi vîrusê ketine, ji wan yek miriye, li Difa El-Xerbiyê û Xezayê jî 46 kes baş bûne.

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî îro diyar kir ku li welêt 10 hezar û 505 kes bi vîrusê ketine, ji wan rewşa 191 kesan giran e û 95 kes jî mirine.

Wezaretê wiha da zanîn: "152 nexweşên Koronavîrusê rewşa xwe baş e, her wiha rewşa 8 hezar û 831 kesan zêde ne baş e, 739 kes li nexweşxaneyê têne dermankirin, 6 hezar û 713 kes jî li malên xwe têne dermankirin, hezar û 44 kes jî li otêlan têne dermankirin û hejmara kesên baş bûne jî, hezar û 236 e."

(eh)

ANHA