Li Iraqê sîstema parastina hewayî ya DYA’yê dest bi xebatê kir

Rayedarên DYA’yê ragihand ku sîstema parastina hewayî ya nû niha parastina hêzên DYA’yê û hêzên hevalbendên wê di baregehên leşkerî yên Iraqê de dike, piştî ku rastî êrişeke Îranê hatin.

Li Iraqê sîstema parastina hewayî ya DYA’yê dest bi xebatê kir
11 nîsan, 2020   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)  ji ajansa Associated Press re diyar kir ku sîstema Patriot a parastina hewayî û du sîstemên din ên moşekan li baregeha Eyn El-Esed piştî ku di Çileya derbasbûyî de û piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî rastî êrişeke moşekan hat, li baregeha leşkerî ya li Hewlêrê hatin belavkirin. Her wiha sîstema parastina moşekan ku menzîlkurt in, li baregeha El-Tacî hate danîn.

Di nava çend mehên derbasbyî de artêşa DYA’yê sîstema parastina hewayî hêdî hêdî ber bi Iraqê ve bir da ku parastineke zêdetir ji bo hêzên xwe yên rastî rêzeêrişên moşekan hatin, pêk bîne.

Niha sîstema parastinê kete pratîkê. Berpirsên DYA’yê hişyarî ji ber berdewambûna gefan ji komên Iraqê yên ser bi Îranê ve, da. Di vê derbarê de general Marck Milley roja pêncşemê got ji ber sedema gefan dê bi sedan leşker ji Lîwaya Yekemîn (Firqet 82) li Iraqê bimînin.

Her wiha Milley piştrast kir ku derfet dan ketîbeyekê ku li Fort Bragg û North Carolina hêdî hêdî vegerin, ji ber rewşa bi milîsên şîe û Îranê re hê ne aram e û got ew ê erka xwe dewam bikin heta ku bizanin  gef neman.

(bx)