​​​​​​​Hejmara qurbaniyên Koronavîrusê ji 102 hezarî zêdetir bû

Li tevahî cîhanê heta niha zêdetirî 102 hezar kes ji ber Koronavîrusê mirine û zêdetirî milyonek û 700 hezar kes bi vîrusê ketine, ji wan zêdetirî nîv milyon kes li Amerîkayê ne.

​​​​​​​Hejmara qurbaniyên Koronavîrusê ji 102 hezarî zêdetir bû
11 nîsan, 2020   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li cîhanê didome û ji ber wê gelek kes dimirin, bi taybet li DYA`yê ku duh zêdetirîn hejmara miriyan qeyd kir (2 hezar û 100 kes.

Li gorî hejmara dawî ku ji aliyê Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkayê ve ku îro di saetên sibê de belav kir ku hejmara nexweşên Koronavîrusê li DYA`yê heta niha bûye 500 hezar û 644 kes û 18 hezar û 731 kes mirine.

DYA di hejmara miriyan de nêzî Îtalyayê dibe ku hejmara miriyan li Îtalyayê bûye 18 hezar û 849, her wiha 147 hezar û 577 kes bi vîrusê ketine.

Hejmara miriyên Koronavîrusê li Fransayê bûye 13 hezar û 197 kes, li Brîtanyayê di rojekê de nêzî hezar kesî mirin bi vê yekê hejmara giştî miriyan bû 8 hezar û 958 kes.

Li Belçîkayê di nava 8 rojan de hejmara miriyan bû 3 qat ku 3 hezar û 19 kes pê mirin.

Li Spanyayê 157 hezar û 22 kes nexweşên vîrusê hene û 15 hezar û 843 kes mirine. Ev yek piştî 24`ê Adara derbasbûyî ku 605 kes ji ber vîrusê mirin, pêk hat.

Li Tirkiyê qedexekirina çûn û hatinê li 31 wîlayetan hat ferzkirin. Li Tirkiyê hejmara nexweşên vîrusê bû 47 hezar û 29 kes, hezar û 6 mirî hene. Çavdêr dibînin ku hejmara nexweş û miriyên ji ber Koronavîrusê ji hejmara ku hikumeta Tirkiyê ku di nava aloziya aborî, aloziyên wê yên hundirîn û derve de heye, mezintir e.

Hikumeta AKP`ê qedexekirina çûn û hatinê li 31 wîlayetan ferz kir. Li gorî çavdêran ku qedexekirinê îro dest pê kir û dê heta roja duşemê dewam bike.

Ji dewletên Ereban jî li Yemenê ku dewleteke herî xizan e, yekem nexweşên Koronavîrusê li başûrê welêt ku ji herêmên di bin serweriya serok Ebid Rebe Mensûr Hadî de ye, qeyd kir.

bx