KCK: Divê der barê tenduristiya rêber Ocalan de agahî were standin

KCK'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa rêber Abdullah Ocalan ku di dema pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) de agahî jê nayên wergirtin û wiha diyar kir“Niha der barê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd tu agahî nayên standin. Di dema koronavîrusê de mafê herî sirûştî ye ku malbat û parêzer der heqê tenduristî û ewlehiyê de agahiyê bistînin."

KCK: Divê der barê tenduristiya rêber Ocalan de agahî were standin
11 nîsan, 2020   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha da zanîn:  

''Vîrusa koronayê ku li hemû cîhanê berbelav bûye li Kurdistanê û Tirkiyê di demeke kurt de berbelav bûye. Hatiye çespandin ku ev vîrus li deverên sar û hêwî û li bajarên mezin bêhtir berbelav dibe. Her wiha deverên ku mirov bi hev re lê dijîn, bi hev re lê dixebitin û çalakîtî tê kirin vîrus bi leztir berbelav dibe. Ji ber vê tê gotin li girtîgehan rîska berbelavbûna vîrusê zêdetir e. Jixwe ji ber vê sedemê saziyên mafên mirovan ku li cîhanê kar dikin, bang dikin ku di serî de girtiyên siyasî, hemû girtî werin berdan. Ji ber vîrusê tê xwestin ku girtiyên li Kurdistanê û Tirkiyê û yên cezaxwarî werin berdan.

Dema vîrusa koronayê li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê serdanên malbatan hatiye qedexekirin, axaftinên bi telefonan jî heftiyê bûne du car. Lê Rêberê Gelê Kurd li Imraliyê ne dikare malbat û parêzerên xwe bibîne û li gel ku hatiye xwestin jî ne dikare bi malbat û parêzerên xwe re bi telefonê biaxive. Niha der barê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd tu agahî nayê standin. Dema vîrusa koronayê mafê herî sirûştî ye ku malbat, parêzer der heqê tenduristî û ewlehiyê agahiyê bistînin. Ji vî alî ve pir girîng e ku der barê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd agahî were standin. Gelê me dixwaze der heqê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd agahiyê bistîne.

Bi yasaya înfazê ya ku desthilata AKP-MHP dixwaze derxîne tê armanckirin girtiyên siyasî, ku piranî Kurd in, bimirin. Bi kirinên li Imraliyê hatiye çespandin ku ev desthilat dijminatiya herî mezin li ser Rêberê Gelê Kurd dike, li Rêberê Gelê Kurd ku bi Kurdan re helwest azadî çêkiriye. Jixwe nêzîkatiya li rêberê gel nêzîkatiya li gel e.  Gelê me ji ber ku pir baş bi vê dizane li rêbertiya xwe xwedî derdikeve, ji bo tenduristî, ewlehiyê û ji bo ku bi şertên xebata azad bijî û ji bo azadiyê têdikoşe.

Di serî de ciwan û jin gelê me û hêzên demokrasiyê di vê demê de ku Covîd-19 berbelav dibe, li ser tenduristî û ewlehiya rêber Apo divê zêdetir hesasbe, têkoşîna li ser vê mijarê li her qadê bi rê û rêbazên afirandî bidomîne. Têkoşîna ji bo tenduristî û ewlehiya rêber Apo di serî de ya gelê Kurd, her wiha têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn e. Bi Covîd-19'ê re careke dî xuya bûye ku rêber Apo rêberê azadî û demokrasiyê ya hemû mirovahiyê ye.

Rêber Apo rastiya kapîtalîzmê û şêwazê hilberîna wê û dîsa rêbazên wê diyar kiribû ku wê li serê hemû mirovahiyê bibe bela. Ji van karesatên ku modernîteya kapitalîst derxistî rizgar bûn jî, di ser rêya li ser bingehê civaka demokratîk ekolojîk a azad  bi modernîteya demokratîk e, ev jî li ser bingehê teorîk û îdeolojî pêşkêşî mirovahiyê kiribû. Erkê hemû mirovahiyê ye xwedî li Rêbertî derkeve, ku bi mînakan nîşan da bê ka wê çawa mirovahî ji karesatên wiha rizgar bibe û bi awayekî azad û demokratîk bijî.

Di roja me ya îro de ku hemû mirovahî di nava şokê de ye, ji her demê bêhtir pêwîstiya civakê bi proje û pêşniyarên rêber Apo yên li ser pirsgirkên rûdidin, hene. Di vî warî de tenduristî, ewlehî û mercên azad ên xebatê yên rêber Apo di serî de ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo ji hemû mirovahiyê re xizmetê bike, erka gelê me û hemû mirovahiyê ye têkoşînê bike.

Divê gelê Kurd li gel hêzên demokratîk ên Tirkiye û Rojhilata Navîn dîsa raya giştî ya cîhanê di mijara tenduristî û ewlehiya rêber Apo de tim di nava têkoşînê de be, bi lezgîn divê agahiyek ji rêber Apo bê girtin.”

ANHA