​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 11 Nîsan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa hebûna dewleta Tirk û Îranê li Sûriyê, aloziya Iraqê û berbelavbûna Koronavîrusê (Covid- 19) kir.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 11 Nîsan
11 nîsan, 2020   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ŞAM LI HEMBER ŞANSEKE KÊM E KU SÎNOREKÎ JI KIRYARÊN TIRKKIRIN Û ŞÎETIYÊ RE DEYNE

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Ji rejîma Sûriyê re şansek heye ku careke din piştî bilindbûna dengên ji dewletên hevseng ên li herêma Rojhilata Navîn û dewletên dîtir ku zêdetir piştevaniya Şamê bikin ku deriyê piştgiriya aborî û mirovî ye, da ku ji Îranê dûr bikeve û li hember destwerdana dewleta Tirk bisekine."

Li aliyekî din jî bangên rakirina cezayên ferzkirî li dijî rejîma Sûriyê heke demkî be jî, bilind dibin, her wiha derdorên erebî bang li Şamê dikin ku siyaseta xwe bi rêya vegera li Camiyeya Ereban bi taybet û beşdariya di lûtkeya pêş de, biguhere.

Ew dewlet hewl didin sînorekî ji kiryarên şîetiyê re ku hê jî Îranê li tevahî welat ji bakur heta başûr pêk tîne, deynin.

Her wiha ev jî ji ber ku artêşa Sûriyê li bakur û rojavayê welat li dijî komên çekdar ên bi piştevaniya dewleta Tirk di Sibat û Adara borî de bi pêş ketine, pêk anî. Gelek nuqteyên Tirkiyê  li Sûriyê hem topbaran kirin hem jî dorpêç kirin, bi wê re jî deriyekî fireh ji bo nêzbûna rejîma Sûriyê ji hewaya erebî re vedike.

Mîna Enqere ku kiryarên leşkerkirinê ji komên sûrî yên îslamî yên tundraw ên girêdayî xwe re pêk tîne, li başûrê Sûriyê û herêma rojavayê Firatê ji aliyê bakur ve kiryarên leşkerkirina ji bo berjewendiya hêzên Îranê û Hizbullah a Lubnanê bi rêya kesên girêdayî Tehranê li beramberî pereyan, didomin.

Li aliyekî din jî Îmarat û Misirê hewldanên ji bo vegerandina Sûriyê ji Camiyeya Erebî re pêk tînin.

SOHR’ê diyar kir ku milîsên Îranê kiryarên xwe yên leşkerkirinê li gel mijûlbûna Rûsyayê bi peymanên bi garantoriya Tirkiyê li bakurê Sûriyê re zêde kirin.

Her wiha Enqere îdia dike ku naxwaze li xaka Sûriyê bimîne, lê di dema serwerîkirina hêzên wê yên îslamî yên herêmên bi êrişên Dirî El-Firat, Şaxê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê diyar bû ku bi lez saziyên xwe yên xizmetguzarî û karmendên xwe derbasî van herêman kirin. Bi wê re jî rûyê mêtingeriyê ku malên sûriyan serwer kirin, navên kolanan guhartin û ferzkirina dan û standina bi lîreyê Tirkiyê, eşkere kir.

Çavdêr dibînin ku hejmara sembol, alên Tirkiyê, rewşên guhartina demografî û çewisandina nasnameya çandî ku li bajarên Sûriyê yên dagirkirî ji hêla dewleta Tirkiyê ve, li tu deverên xaka Tirkiyê bi xwe de nîn in.

Çavdêran got ku tişta ku dewleta Tirk ji binpêkirinên li bakurê Sûriyê bi alîkariya milîsên girêdayî wê dike, li gorî piştrastkirina şêniyên wê herêmê mijareke pir xeternak e.

Bi wê re jî Yekitiya Ewropayê (YE) di vê dawiyê de tev li Rûsya û Çînê bû ku alîgiriya bangên rakirina sizayên li Sûriyê û dewletên dîtir ferzkirî rabin. Ji ber ku ev ceza alîkariyên pêwîst ên der barê pêşîlêgirtina Koronavîrusê de asteng dike.

EL-BEYAN: EL-KAZIMÎ… VEBIJÊRKEKE DIN LI PÊŞBERÎ SENARYOYA ABDULMEHDÎ YE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Çavdêrên siyasî texmîn dikin ku piraniya komên siyasî yên li Iraqê neçar man ku serokatiya saziya îstixbaratê Mistefa El-Kazimî hilbijêrin, ji ber dixwestin rê li pêşiya erkdarê demkî Ednan El-Zurfî bigirin. Tê zanîn ku Ednan El-Zurfî dixwest hikumetê  ava bike û bi vê yekê baweriya bi rejîma heyî tune bike, demê qezenc bike û projeya mayîna li ser hikumeta heyî û serbixwe ku Adil Abdulmihdî serkêşiya wê dike."

Şîrovekar dibînin ku fikra namzetiya Mistefa Kazimî bo serokwezîriyê girîngiyekê qezenc dike, ji ber aşkera nîqaşa li dijî xeternaktirîn milîsên iraqî yên ku Îranê ava kiriye û gefa kuştina fermandarê "Feyleq El-Quds" yê girêdayî Artêşa Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî dixwe, dike. Gelek raporan diyar kir ku erdkdariya Kazimî ji bo komikên siyasî yên ku peywirdariyên  berî wî zêde bi paş dixistin, rêya dawîn a çareseriyê ye, ji ber ku komên siyasî hişt astengî di qada siyasî de çêbe û bi xwe re jî aloziyên herêmî û navdewletî jî anîn.

Çavdêran diyar kir ku populerbûna Ednan El-Zurfî di nava parlamentoyê de hişt ku serokên komên mezin jî bi fikar bin û meyla wan ber bi hevpeymanekê ve bir ku bihêle erkdarê berê peywira rêvebertiya Iraqê bike, lewma Kazimî teşwîq kirin û di gelek qadan de piştî Îranê destên xwe ji dosyaya avakirina hikumetê vekişand, dengdayîna xelkê keysbaz kirin. Îranê piştî DYA`yê behsa şerekî din ê li dijî wê kir, destê xwe ji avakirina hikumetê vekişand.

Şîrovekarê bi navê Sahir Abdullah texmîn dike ku di navbera Tehran û Washingtonê de hevpeymaneke li pişt perdeyê hebe, li ser esasê wê jî Îranê destên xwe hêdî hêdî ji Iraqê vekişandine li beramberî DYA jî cezayên xwe sivik bike, ji ber ku êdî gefan li hebûna rejîma Îranê dixwe.

Her wiha şîrovekarê siyasî yê bi navê Mihemed Sebah anî ziman ku di navbera bernameyên El-Zurfî û Kazimî de xalên dişibihin hev hene, ew jî avakirina hikumetekê ye ku xwestekên iraqiyan divê karekî sereke be, parastina mafên iraqiyan û serweriya welat bikin, her wiha aloziyan çareser bikin û rewşa aborî baş bikin, lewma tu komên siyasî nikarin înkar bikin ku bingeha şer ne protestoyên 2019`an e.

ŞERQ-EL-EWSAT: WHO HIŞYARIYA RAKIRINA TEDBÎRAN DA… DER BARÊ AFRÎKAYÊ DE METIRSÎ

Têkildarî belavbûna Koronavîrusê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Di demekê de ku hejmara kesên ji ber Covid-19 jiyana xwe ji dest daye, gihaştiye sed hezarî, gerînendetiya giştî ya WHO’yê hişyariya bidawîkirina bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna pandemiyê da.

Tidros Adhanum Gypressus der barê kêmbûna haletên Koronavîrusê yên li dewletên Ewropayê de hişyarî da û destnîşan kir ku li Îtalya, Almanya, Spanya û Fransayê pandemî zêde nemaye lê di heman demê de divê hişyar bin û pêşî li tedbîran negirin, her wiha fikarên xwe der barê belavbûna vîrusê li dewletên din de anîn ziman, ji ber ku li 16 dewletên Afrîkayê berbelav bûye.

Li milekî din û bi însiyatîfa ku Erebistana Siûdî û Misirê, 9 dewletên endamên NY`yê projeyek pêşkêşî komeleya giştî kir û tê de îşaret bi hevkariya navneteweyî kir da ku pêşî li vê pandemiyê bigirin, di nav de detayan di demên guncaw de ji hev re veguhezînin, her wiha projeya banga alîkariyê ji rêxistinên navdewletî kir da ku pereyan bidin. Projeya biryara koma 20`emîn a dane 5 trîlyon dolar ji aboriya cîhanê re pêşwazî kir.

(fr-eh)