​​​​​​​Li Şedadê komîteyên tenduristiyê û zimhêrê dest bi gera hevbeş kir

Komîteya Tenduristiyê û Komîteya Zimhêrê yên navçeya Şedadê dest bi gera hevbeş li dermanxane û navendên bijîşkî ku rewşa tenduristiyê dişopînin kir, da ku dermanan keysbaz nekin û buhayan bişopînin.

​​​​​​​Li Şedadê komîteyên tenduristiyê û zimhêrê dest bi gera hevbeş kir
​​​​​​​Li Şedadê komîteyên tenduristiyê û zimhêrê dest bi gera hevbeş kir
​​​​​​​Li Şedadê komîteyên tenduristiyê û zimhêrê dest bi gera hevbeş kir
​​​​​​​Li Şedadê komîteyên tenduristiyê û zimhêrê dest bi gera hevbeş kir
​​​​​​​Li Şedadê komîteyên tenduristiyê û zimhêrê dest bi gera hevbeş kir
11 nîsan, 2020   07:43
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl û Komîteya Zimhêre ji bo yekrêziya buhayên dermanan, çawaniya dermankirina bijîşkan di dema ferzkirina qedexeya derketina derve de ji aliyê Şaneya Aloziyê ve li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest bi gera hevbeş kir.

Ji rêveberên Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl Salih El-Elî diyar kir ku armanca wan ji vê gerê ew e ku derman neyên keysbazkirin û buhayên dermanan bişopînin, her wiha buhayê lênerîna nexweşan jî diyar bikin. El-Elî destnîşan kir ku buheyê derman hat diyarkirin ku dermanfiroş ji xwe re ji 15 heta 35 lîreyan lê zêde bike, her wiha buhayê lênerîna nexweşan di navbera 2 hezar heta 3 lîreyên Sûriyê de ye û desntîşan kir ku hemû kesên vê yekê binpê bikin divê giliyê wan were kirin û were cezakirin.

El-Elî piştrast kir ku derman bi awayekî baş di hemû dermanxaneyên navçeyê de hene.

Girêdayî mijarê serokê Komîteya Zimhêrê Xalid El-Hecî ev tişt anî ziman: "Xwediyên xebatên mirovî (bijîşk û dermanfiroş) me digot pêwîstiya wan bi çavdêriyê û şopandinê tune ye. Lê wan berovajî vê yekê îsbat kir. Bi taybet di dema qedexekirina çûn û hatinê de. Me dît gelek bijîşk û dermanfiroş bûne bazirganên aloziyê."

El-Hecî diyar kir ku der barê wan de ceza û hişyariyên hişk hatine amadekirin da ku binpêkirinê dubare nekin û li gorî şertên xebatên xwe yên mirovî bixebitin.

Dermanfiroşê bi navê Adil El-Merdûd anî ziman ku hemû cureyên dermanan û xwarina zarokan têne peydakirin û bi rêya wekîlên ji Hesekê û Qamişlo ji wan re tên. Adil El-Merdûd pişterast kir ku hemû dermanxaneyên li navçeyê di nobeta ku ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ve hatiye amadekirin de, ne.

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ghk4V62znqo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>