Motorsîklêteke bi nivîsa ‘Dewleta Îslamî - Wîlayeta Reqa’ ket destê şervanan

Di têkbirina êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Eyn Îsayê de motorsîkleêtek ku nivîsa “Dewleta Îslamî - Wîlayeta Reqa” li ser e, kete destê şervanan.

Motorsîklêteke bi nivîsa ‘Dewleta Îslamî - Wîlayeta Reqa’ ket destê şervanan
9 nîsan, 2020   12:59
EYN ÎSA

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Beriya 2 rojan 3 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hewl da derbasî bajarê Eyn Îsa bibin. Şervanên QSD û YPJ’ê hewldanên çeteyan têk birin û 3 çete reviyan. Çeteyan motorsîklêtek li paş xwe hişt.

Motorsîklêta çeteyan ket destê şervanên QSD’ê ku li ser plaka wê “Dewleta Îslamî - Wîlayeta Reqa” hatiye nivîsandin. Ev bermahiyên çeteyên DAIŞ, pirsa gelo piştî têkçûnê DAIŞ’ê nav guherandiye, bi bîr dixin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pizQmlzqAdk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>