Pisporekî almanî: Tirkiyê dê di şerê li Sûriyê de têk biçe

Pisporê almanî Guido Steinberg got: “Dewleta Tirk, Heyet Tehrîr El-Şam a di lîsteya terorê de ye ji bo xwe bi kar tîne. Siyaseta Tirkiyê li Sûriyê li ser esasê şerê li dijî YPG’ê ye. Çarenûsa Idlibê vegera li hêzên hikumeta Sûriyê ye û çete bi piştevaniya dewleta Tirk direvin Tirkiyê.”

Pisporekî almanî: Tirkiyê dê di şerê li Sûriyê de têk biçe
9 nîsan, 2020   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporê almanî yê karûbarên Rojhilata Navîn (SWP) li Berlînê Guido Steinberg di hevpeyvînekê bi tora Deutsche Welle ya Almanyayê de da zanîn ku ne pêkane were texmînkirin ku heta kengî agirbesta ku Valdimîr Pûtîn û Recep Teyyîp Erdogan li Moskovê di 5’ê Adara borî de pêk anîne, bidome.

Guido Steinberg anî ziman ku hikumeta Sûriyê û hevalbendên wê yên rûs û îranî biryar vegerandina parêzgeha Idlibê da û wiha got: "Tişta ku heta niha dibînin dewleta Tirk û hevalbendên wê bi paş de dikişin, her wiha texmîn dikim ku dê êrişên dîtir di havînê de pêk bên û êrişa mezin a ku di Nîsana 2019’an de dest pê kiriye dê di dawiyê de serketin a Beşar El-Esed be."

Steinberg destnîşan kir ku vîrusa Koronayê dê zêde bandorê li hêzên hikumeta Sûriyê neke lê dê bandorê li koçberênli kampan bike. 

Têkildarî destwerdana NATO`yê li kêleka dewleta Tirk ji bo parastina Idlibê bike Steinberg anî ziman ku Ewropa tenê berpirsyariya mirovhiyê radike ji ber vê yekê tetbîrên parastinê digire lê ev şerê navxweyî ji beriya çend salan ve bi dawî bûye. 

NATO û YE naxwazin destwerdanê bikin nexasim di vê dema bobelata Koronayê de her wiha Tirkiyê di salên dawîn de li Sûriyê rê li pêşiya tundrewan vedike an jî ji kesên bi navên Heyet Tehrîr El-Şam re yên ku Idlibê hikum dikin û ji endamên Cebhet El-Nusra ve pêk tê. Lê dê ne ji berjewendiyên Ewropa be ku li kêleka komên wiha bisekine.Kesên tundrew di halê hazir de azara xelkê zêdetir dikin.    

Steinberg wiha li axaftina xwe zêde kir Heyet Tehrîr El-Şam rêxistineke terorîst e û di lîsteya terorîstan an gelek welatan cih digire di nav de Almaniyayê. Ji ber vê yekê hewldana serwerkirina kesên tundrew ji Idlibê û piştgiriya Tirkiyê ji wan re dê azara şêniyan zêdetir bike, di vir de rejîma Esed berpirsa rûdana şerê navxweyî ye her wiha rejîm berpirsa şer hovane û qurbaniyan e.

Di roja yekemîn ji şer Artêşa Azad a Sûriyê nêzîkatiyên bi van helwestan re diyar kir anku di wê demê de dema rejîma Esed ber bi deverên Artêşa Azad a Sûriyê yên li herêma Himisê ve çûn, xelk ditirsiyan lewma kesên tundrew vekişiyan da ku sivîl nebin hedefa êrişên rejîmê, di halê hazir de ev rêgeha kar a ku divê were kirin lê dîsa jî ne mumkin e ku siyseteke wiha ji Tirkiyê û hevlanbendên wê were texmîn kirin. 

Steinberg texmîn dike ku diyar e ku Esed dê parêzgehê serwer bike ji ber vê yekê di her halî de dê pêşeroja kesên tundrew diyar bibe, Steinberg pêşbîn dike ku tekane çareserî reva Tirkiyê ye ji ber berpirsa serketina tundrewan ji ber Siwarên Sûriyê ji 2013`an ve piştgiriya wan dike û di encamê de divê dewleta Tirk wan kesan qebûl bike û hejmareke din ji penaberan pêşwazî bike, nemûmkin e pêşî li revê were girtin dê xelk ber bi Tirkiyê ve herin û pirsa tekane ku derdikeve pêş ew e ku dê dewleta Tirk sînorên xwe veke yan na?.  

Têkildarî mana Erdogan li Idlibê Steinberg anî ziman ku ji 2015`an Tirkiyê li Sûriyê xwedan siyaseteke nû ye, armanca Tirkiyê çewisandina parastina gel e ku xwedan hebûneke mîna dewletekê ye û hîn jî hikumeta Erdogan hewldana piştgiriya kesên tundrew dike ne ji bo parastina wan lê ji bo siyaseta xwe li Sûriyê misoger bike her wiha da ku beşdarî hevpeymanên siyasî yên li Sûriyê bibe, ev siyast tevî ku şerê navxweyî bi dawî bû lê dîsa ew li pey kareseta li Idlibê ye her wiha bi şewba Koronayê re dê kambaxtir bibe.Tirkiyê dikare şerê li hemberî rejîma Esed bisekinîne lê naxwaze û armanc ji vê yekê jî beşa mayî ji siyaseta xwe ya li Sûriyê qezenc bike lê di dawiyê de dê bi bin bikeve.  

(eh)