Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Cizîrê dest bi belavkirina alîkariyan kir

Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê belavkirina alîkariyan li herêma Cizîrê ragihand.

Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Cizîrê dest bi belavkirina alîkariyan kir
9 nîsan, 2020   12:43
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) gelek tedbîr girtin û ji 23`yê Adarê ve qedexeya derketina derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Ji ber qedexekirina derketina derve gelek zirar gihaşt malbatên karkeran ku niha nikarin bixebitin.

Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Nîsanê de, bi mebesta alîkariyê bi welatiyan re dayîna fatoreyên av, kehrebe û  paqijiyê heta 2 mehan (Gulan û Hezîran ) betal kir.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Qamişlo Welîda Botî daxuyaniyek da û daxuyanî bi amedebûna hevserokatî û komîteyên Desteya Kar û Barên Civakî hat dayîn.

Welîda daxuyand ku ji îro ve dê dest bi belavkirina alîkariyan li hewcedaran bikin. Welîda da zanîn ku dê alîkarî berdewam bin hetanî malbatên ku zirar ji qedexeya derketina derve dîtine, jê re bên pêşkêşkirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5tjp93HE7ZY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>