Projeya kanalîzasyona ava lehiyê heta 3 mehan bi dawî dibe

Şaredariya Gel a Kobanê qonaxa sêyemîn a projeya kanalîzasyona ava lehiyê ya Taxa Şehîd Serhed didomîne. Şaredarî dê xebatê heta 3 mehan bibe serî.

Projeya kanalîzasyona ava lehiyê heta 3 mehan bi dawî dibe
Projeya kanalîzasyona ava lehiyê heta 3 mehan bi dawî dibe
Projeya kanalîzasyona ava lehiyê heta 3 mehan bi dawî dibe
8 nîsan, 2020   07:27
KOBANÊ-UMER MIHEMED –SAMIR OSMAN

Ruxmî belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li dewletên cîhanê û ferzkirina qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Şaredariya Gel a Kobanê projeyên xwe yên stratejîk li gel girtina tedbîrên tenduristî yên pêwîst, temam dike.

Şaredariyê li ser daxwaza şêniyan û bi armanca sivikkirina azarên ku hinek taxên bajêr ji lehiyan dikişînin,  ji meha Sibatê ve dest bi projeya kanalîzasyona ava lehiyan kiriye.

Ev proje, ji mezintirîn projeyên li Kobanê ye. Di qonaxên yekemîn û duyemîn de ku di dawiya havîna borî de pêk hatibûn, tore bi dirêjaheya 6 km hate dirêjkirin. Niha xebat di qonaxa sêyemîn de bi dirêjahiya 3 km tê meşandin.

Kanal di Muzexaneya Kobanê re ya li nêzî sînorên Tirkiye-Sûriyê re derbas dibe, piştre Taxa Şehîd Serhed û li ber rêya Cerablusê bi dawî dibe. Beriya mehekê şaredariyê xebatên xwe yên qonaxa sêyemîn dabûn destpêkirin. Li ser vê yekê kanalek bi dirêjahiya 600 metreyan koland û bi dirêjahiya 250 metreyan bi batonê hate lêkirin. Xebat heya niha berdewam e.

Berpirsê projeyê Nayif Cemal Xelî got: "Proje bi xwe rogareke girtî ye. Em hinek zehmetiyan dikişînin, ji ber ku di hin cihan de ji ber zêdebûna toreyên avê û kanalîzayonê ax hildiweşe. Her wiha baton kêm e û guhertinên di rewşa hawayê de bandorê li karê me dike."

Xelî diyar kir ku dê di 3 mehên bê de projeyê bi dawî bikin.

Beriya niha şaredariyê, qonaxa yekemîn û duyemîn bi dirêjahiya 6 km bi dawî kirin ên ku ji taxa Kaniya Kurdan a rojhilatê bajêr dest pê dikin û di nav taxên bajêr re derbas dibin û paşê li Goristana Şehîd Dîcle bi dawî dibin.

Qonaxa sêyemîn jî ji sûka El-Hal a li Taxa Şehîd Serhed dest pê dike û li ber rêya Cerablus a rojavayê bajêr bi dawî dibe. Dirêjbûna toreyê ji destpêkê ve heta dawiyê di navbera 9 heya 10 km’yan e.

Bi bidawîbûna projeyê re wê azarên şêniyên taxên başûr, navîn û bakur ji ber lehiyan bi dawî bibin. Wê li taxa Kaniya Kurdan bendavek bê avakirin da ku ava lehiyan lê were komkirin. Lê xebat li ser vî beşî nehatiya destpêkirin û ne diyar e ku derfeta şaredariyê heye destpê bike yan na.

Kanala tê kolandin dê bera ava lehiyan a ku ji derveyî bajêr ji aliyê başûr ve tê, ber bi rojhilat û ji bakur ber bi rojhilat ve bê veguhestin. Piştre ava ji rogarên di nav kolanan de kom bûye, tev li wê be. 

Li rex vê projeyê, şaredarî hewl dide tevahiya kolanên ji ber kolandina xetên kanalîzayonê zirar dîtine, bi bermahiyan sererast bike, piştre di havînê wê zîft bike. Tevî wê jî tevahiya toreyên avê, kanalîzasyon û kehrebeyê yên ku ji ber kolandinê zirar dîtine, wê sererast bike.

şx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LxOxEYuVlPw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>