Hevgirtina civakî kilîta aramiya herêmê li hember aloziya aborî ye

Şêniyên kantona Qamişlo diyar kir ku hevgirtina civakî çeka herî baş a li dijî aloziya Koronavîrusê ye. Di vê çarçoveyê de gelek însiyatîfên takekesî û komî derketin pêş.

Hevgirtina civakî kilîta aramiya herêmê li hember aloziya aborî ye
Hevgirtina civakî kilîta aramiya herêmê li hember aloziya aborî ye
Hevgirtina civakî kilîta aramiya herêmê li hember aloziya aborî ye
8 nîsan, 2020   06:12
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Li seranserî cîhanê ji ber belavbûna Koronavîrusê aloziyeke aborî çêbûye ku bi temamî tevgera bazirganî û turîzm rawestandin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî mîna gelek dewlet û herêman, qedexeya derketina derve ferz kir. Rêveberiya Xweser rave kir ku ew ê amadeye pakêtên xwarinê pêşkêş malbatên hewcedar bike heta ku qedexeya derketina derve bi dawî bibe.

Ji ber rawestandina kar bi temamî li piraniya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwediyên avahiyan û dikanan ên navçeya Girkê Legê însiyatîfek da destpêkirin ku kirêyên xanî û dikanan heya du mehan nestînin. Her wiha banga hevgirtina civakî kir ku dê wek kilîta aramiyê li hember aloziya aborî be.

Berzan Silo xwediyê du dikanan li navenda navçeya Tirbespiyê ye, Silo dikanên xwe kirê dane. Bi xwe di dema qedexeya derketina derve de kirêvan dikanan ji dayîna kirê betal kir û got: "Koronavîrusê bû sedema aloziyek aborî û nestandina kirê însiyatîfeke civakî û mirovî ye."

Silo bang li bazirgan û kesên ku malên xwe bi kirê dane kir ku tev li însiyatîfê bibin û kirê ji kirêvanan nestînin.

Ji aliyê xwe ve kirêvana bi navê Edla Hesen Hesen kêfxweşiya xwe anî ziman ji ber ku xwediyê mala ku tê de ye kirê nastîne. Edla wiha got: "Ev reftariyeke mirovî ye, ji ber hevjinê wê ji ber qedexeya derketina derve nikare biçe kar."

Edla Hesen bang li xwediyên dikan û bazirganan kir ku tev li vê însiyatîfa mirovî bibin.

Gelek însiyatîfên mirovî û civakî yên din li navçeyê hatin meşandin jê belavkirina madeyên xwarinê li ser malbatên xizan an jî pêşkêşkirina alîkariyên madî.

şx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FKFmrzY7_0k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>