Mijarên rojnameyên erebî – 8 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro der barê liv û tevgera Rûsyayê li Idlib û Minbicê de her wiha êş û azarên koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê di dema Koronavîrusê de û geşedanên li Yemen û Iraqê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 8 Nîsan
8 nîsan, 2020   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: RÛSYA TEVGERA ASÎMANÎ LI BAKURÊ ROJAVAYÊ SÛRIYÊ ZÊDE DIKE

Rojnameyê wiha nivîsî: "Çavkaniyên ji Rûsyayê ragihand ku Rûsya hêzên leşkerî bi rê kirine Minbicê, di heman demê de diyar bû ku Rûsyayê di rojên dawiyê de tevgera balafirên xwe yên şer li ser Idlibê zêde kiriye. Wezareta Parastinê der barê her du mijaran de bê deng bû û behsa tevgera artêşa xwe nekir, lê derdorên Rûsyayê diyar kir ku Moskov dixwaze liv û tevgerê bişopîne û bergiriya pevçûnên nû bike.

Di vê navberê de Rûsyayê hêzên xwe bi rê kirin herêmên Minbic û Eyn El-Ereb ku di bin desthilata QSD`ê û hêzên hikûmetê de ne li rojhilatê Helebê. Li gorî daneyan bi dehan maşînên leşkerî yên Rûsyayê gihîştin herêmê da ku hebûna xwe li nêzî sînorên Tirkiyê bi hêz bikin.

Lê çavdêr dibêjin ku armanca Rûsyayê ew e ku hebûna rejîmê û Rûsyayê li herêmên nêzî hêzên Tirkiyê bi hêz bike, bi taybet piştî ku hate gotin Enqere dê li herêmê operasyoneke leşkerî pêk bîne. Her wiha tê gotin ku ev tevger bi agahiya QSD`ê pêk tên.

Di vê navberê de artêşa Tirkiyê çend derbeyên leşkerî li Yekîneyên Parastina Gel ên girêdayî QSD`ê xistin, li herêmên Mertalê Firatê û Kaniya Aştiyê yên bakurê Sûriyê.”

EL-BEYAN: ARÎŞEYÊN GIRAN BARÊ SÛRIYÊN LI TIRKIYÊ GIRAN DIKIN

Rojnameyên der barê êş û azarên welatiyên Sûriyê yên li Tirkiyê dijîn de di dema Koronavîrusê de wiha nivîsî: "Gelek sûrî neçar man ku karên xwe berdin û li malên xwe bimînin, bêyî ku kes piştgiriya wan bike da ku bikarin ji vê aloziyê xilas bibin… Em di rojên zehmet de ne, hikûmeta Tirkiyê tenê guh dide welatiyên Tirkiyê, ji bo me tu biryarên alîkariyê nedan, di vê aloziya giran de ku bi ser cîhanê tevahî de hatiye.

Raşid El-Ebid, nasnavê koçberekî Sûriyê ye ku li wilayeta Gazi Antep (Dîlok) a Tirkiyê dijî, ji rojnameya El-Beyan re axivî: "Rewşa koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê her ku diçe zehmettir dibe. El-Ebid behsa êş û azarên welatiyên Sûriyê yên li Tirkiyê dike di dema Koronayê de, dibêje ku Tirkiye tenê guh dide welatiyên Tirkiyê û welatiyên Sûriyê yên ku nasnameya Tirkiyê standine, piştî ku hikûmetê ragihand ku ew ê alîkariya diravî bide du milyon malbatan, ku tê payîn hezar lîreyî bidin her malbatekê, lê behsa nêzî 4 milyon koçberan nayê kirin ku ew bûne xeleka herî qels a civakê.

Dîsa El-Ebid got ku beşeke mezin ji sûriyên li Tirkiyê bi sedema Koronavîrusê bê kar man, tu kes piştgiriya wan nake û rewşa bajarê ku lê dijîn anî ziman; "Herêma pîşesazî ya Antepê rawestiyaye, piştî ku biryarên xweparastina ji vîrusa koronayê derketin, jixwe tê zanîn ku piraniya karkerên herêma pîşesaziyê ya Antepê ji welatiyên Sûriyê ne.”

Koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê bûne xeleka herî qels a civaka Tirkiyê, niha di dema nexweşiyê de êşên wan zêde bûne, carê Tirkiyê ew wek çekeke şantajê li dijî Ewropayê bi kar dianîn, niha jî ew li hember vîrusa kujer bi tenê hiştine."

EL-EREB: EL-ZURFÎ BERIYA KU XWE PAŞDE BIKIŞÎNE, DIXWAZE ERKDARIYA EL-KAZIMÎ BÊ ÇESPANDIN

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Iraqê de nivîsî: "Serokwezîrê Iraqê yê erkdar Ednan El-Zurfî beriya ku xwe ji erkê avakirina hikûmetê paşde bikişîne, ji hêzên şîeyan xwest ku lîderê wan belgeya hilbijartina Mistefa El-Kazimî bo avakirina hikûmetê îmze bike.

Hewldanên El-Zurfî gihîştin rêyeke girtî, wî nikarî hevdîtinên pejirandina kabîneya xwe ya hikûmetê dewam bike, ji ber hêzên şîeyan erkdariya wî nepejirand.

Çavkaniyan diyar kir ku El-Zurfî dixwaze piştrast bike ku hêzên şîeyan ên ku nehişt ew baweriya parlemanê bistîne, heman tiştî bi El-Kazimî re jî nekin.”

ŞERQ EL-EWSAT: ARTÊŞA YEMENÊ LI ELBEYDAYÊ HERÊMÊN STRATEJÎK RIZGAR KIRIN

Der barê geşedanên li Yemenê de rojnameyê nivîsî: "Artêşa Yemenê duh (sêşemê) bi alîkariya hêzên hevpeymanê li parêzgeha Elbeyda derbên giran li milîsên Hûsiyan xistin. Artêşê piştî şerên dijwar ku tê de nêzî 80 çekdarên milîsan hatin kuştin, herêmên çiyayî yên stratejîk rizgar kirin, li gorî ku çavkaniyên leşkerî yên Yemenê ragihandiye.

Di vê navberê de li parêzgeha El-Cewf pevçûn dewam dikin, çavkaniyên leşkerî diyar kir ku nêzî 22 çekdar li parêzgeha Teiz hatin kuştin. Navenda ragihandinê ya hêzên çekdar ên Yemenê li ser zimanê fermandarê qada Bîcan general Mifrih Bihêbih diyar kir: "Hêzên me bersiva êrîşa milîsên Hûsiyan da, operasyoneke bibandor pêk anîn, li eniyên El-Melacim û Nati yê bakurê Elbeyda gelek deverên girîng rizgar kirin.”

Bihêbîh her wiha got: "Artêşa nîştimanî bi alîkariya hêzên hevpeymanê, çiyayên Xedîr, Welîd û Qayid ên rojavayê çiyayê Elbeyad li eniya herêma El-Melacim rizgar kirin, her wiha li eniya Nati jî devera Aşar rizgar kir."