Ev meheke artêşa dagirker av û kehrebe li ser 500 hezar kes qut kiriye

Di van demên ku cîhan bi Koronavîrusê bê çare maye, dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Til Temirê dike. Ji ber êrişan ev meheke av û kehrebe li ser zêdetirî 500 hezar kesî qut bûye.

Ev meheke artêşa dagirker av û kehrebe li ser 500 hezar kes qut kiriye
5 nîsan, 2020   05:55
NAVENDA NÛÇEYANA-ŞERVÎN MISTEFA

Bi belavbûna Koronavîrusê li cîhanê û gihaştina wê ya dewletên cîranên Sûriyê re, di meha Adarê de artêşa Tirk a dagirker mijûlbûna cîhanê bi vîrusê re bi kar anî û êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê peymana agirbestê binpê dikin û gundewarên Til Temir û Zirgan di dirêjahiya meha Adarê de 11 caran kirin hedef.

Asta topbaranê ji 24`ê Sibatê ve zêde bûye. Gundên tijî sivîl ku bakurê navçeya Til Temirê û Zirgan tên hedefgirtin. Ev êriş li gel ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê(WHO) banga girtina tedbîrên xweparastinê ji Koronavîrusê  bi rêya mayîna li mal, pêk tên.

Di 2`yê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um Kêf û Til Cuma yên tijî şênî ji pêkhateya Asûr li gundewarê Til Temirê kirin hedef. Di 3`yê Adarê de jî rûbera topbaranê berfireh kir û derdora navçeya Zirganê topbaran kir.

Di 6`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker toreyên kehrebeyê li gundê Um Kêf kirin hedef û telef kirin. Di encamê de kehrebe bi temamî li ser Til Temir û gundewarên wê qut bû. Lê Şaredariya Gel a Til Temirê tore sererast kir û kehrebe dîsa vegerî herêmê.

13`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker gundên Um El-Xêr û Tawîle yên gundewarên Til Temirê bi çekên giran û hawinan topbaran kirin. Di roja din de ji gundê Til Şiîr ê dagirkirî, gundê Um Kêf topbaran kir.  

Di 15`ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Um El-Kêf li rex topbarana bi moşek û topavêjan kirin. Ji aliyê xwe ve Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersîv dan û êriş şikandin.

Piştî binketina êrişê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um Kêf û Tawîle bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de şêniyê bi navê Ehmed Mistefa Hezûz(55) di piştê xwe de birîndar bû. Her wiha endamekî hêzên rêveberiya Sûriyê bi navê Elaa Muwefeq (33) di lingê xwe de birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker di 23`yê Adarê de careke din gundê Um Kêf topbaran kir.

QUTKIRINA AVÊ Û HEDEFGIRTINA TOREYÊN KIŞANDINA AVÊ

Ji destpêka axaftina li ser xeteriyên Koronavîrûsê ve û parastina paqijiya kesayetî pêwîst e, bi taybet şûştina destan bi av û sabonê, artêşa Tirk a dagirkerd ava stasyona Elok piştî ku karmendên wê qewitandin. Li ser bajarê Hesekê û gundewarê wê di dirêjahiya meha Adarê de 5 caran qut kir.

Binpêkirinên wê di vê astê de neman lê belê artêşa Tirk a dagirker toreyên ku avê digihînin herêmê kirin hedef. Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk a dagirker toreyên kişandina avê li gundê Um El-Kêf li bakurê Til Temirê di 2`yê Nîsanê de kirin hedef. Ji ber wê tore xirabe bûn û av li ser herêmê qut bû. Li gorî hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Mihemed  Xilo Şaredariya Gel û Gerînendeya Avê ya bajarê Hesekê toreyên ji ber topbaranê zirar dîtine sererast kirin.

Girêdayî heman mijarê hevseroka Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed dibêje artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn ava stasyona Elok qut dike û toreyên kişandina av dike hedef da ku avê li ser herêmê qut bike.

ŞANDINA NEXWEŞÊN KORONAVÎRÛSÊ JI HERÊMÊ RE

Di dema ku hemû dibêjin ku hejmara nexweşên Koronavîrusê li Tirkiyê duqatî ku hikumeta Erdogan radigihîne, Erdogan hewl dide nexweşan ji Tirkiyê derbasî bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî bike.

Çavkaniyên agahdar ji hundirê Tirkiyê û li bajarê Serêkaniyê di 24`ê Adarê de ji ANHA`yê re gotibûn artêşa Tirk a dagirker nexweşên Koronavîrusê ji Tirkiyê derbasî Sûriyê herêmên ku dagirker kirine dike, da ku wan têke karantînayan û nexweşxaneyên meydanî yên destpêkê bi taybet bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî.

Têkildarî vî warî mudirê nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê Dr.Hesen Emîn metirsiyên xwe anîn ziman û got li gel berdewamkirina topbaranê û mijulbûna hemûyan bi têkoşîna li dijî Koronavîrûsê, ew ditirse ku Tirkiyê nexweşên Koronavîrûsê bişîne herêmê.

ZÊDEKIRINA ASTA ÊRIŞAN DI MEHA NÎSANÊ DE

Ji destpêka meha Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker asta topbaranê li dijî herêmê zêde kir. Di 1`ê Nîsanê de derdora navçeya Zirgan bi zêdetirî 30 topan kir hedef.

Ji ber topbarana li dijî gundê Rabîa li gundewarê Zirgan 4 sivîl birîndar bû; Mihemed Xidir Sayl(40), Heysem Yusif Wezo(25), Caziye Elî(30) û Yasîn Remadan(25). Birîndar ji nexweşxaneyên Til Temirê re hatin rakirin.

Di 2`yê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker gundên Rabîa, Um El-Kêf, Um El-Xêr, El-Qasîmiye û Ebûş bi top û moşekan bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de esferek û endamek hêzên hikumeta Sûriyê hatin kuştin û 5 din jî birîndar bûn.

Tirkiye hewl dide Koronavîrûsê bikar bîne da ku destkeftiyan bidest bixe.

Sekreterê giştî yê NY`î di 23`yê Adarê de banga agirbest li tevahiya herêmên nakok li cîhanê kir da ku kedên xwe di têkoşîna li dijî Covid-19 xerc bikin.

Ji aliyê xwe Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku ew piştgiriya agirbestê dike. NY`î jî diyar kir ku ew bi daxuyaniya QSD`ê ya di 24`ê Adarê de kêf xweş e.

Ruxmî bangawaziyan û hewldanê cîhanê da ku kedên xwe li dijî Koronavîrusê bikin yek, lê Tirkiye hewl dide pandemiyê bikar bîne da ku destkeftiyên siyasî û leşkerî beyî ku girîngî bide jiyana sivîlan bi dest bixe.

(şx)

ANHA